Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Cana ji evîna te, bi êş û nexweşim ez Ger ku te nebînim, timî bê fikr û hiş im ez Wê pencerê carek veke, reş perdê hilînî Dil girtiyê dêmên dû gulî çavê reş im ez îro di evîna te da, ola xwe me berda Mizgeft û kinişt pêk ve, ji bo te min bi serda Va xirqe û bendik min li gerdan xwe vebestin Wek sofiyê Zerdeşt ku li dergê Laleş im ez Sawêr û kilîşên te li ber çavêm şev û roj Nêzîka te bihîşt e û dûra te bi min doj Umîdam min tu yî îro li dinyayê perîzad Wek perwane herdem ku li dor mûma geş im ez Ferhadê evîndar im, belê bo min tu şêrîn Rengê Memê diljar im, bi xwe îro tu wek Zîn Maqnedê Xecê ye tu li Sîpanê Xelatê Lê rengê Siyamend di şevên reş keleş im ez Derwêş im li dinyê digerim wek har û dînan Dermanekî peyda kim ji bo derd û birînan Pêncî salen ji emrê me hemî beyhûde bûrin Bûm kalê zemana wa bi gopal dimeşim ez Sûndê dixum ez dîsa bi wê soz û qerarê Heta neweşin pelê min rê dûrî ji darê Qet nabime bê hêvî ji wê geşta te cana Xeşma te seza ye pa çiqasî pê xweş im ez Ma soz be li min terka te ez nakim tucarî Heya ku min bavêjine tirba reş û tarî Ax û kedera Tîrêj ne bes tu li darê dinya Heta mirinê dê xem û derdan bikêşim ez.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz