Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Dibê care hebû, yek mîr û paşa Xwedî êl û eşîr, û hem jî leşker Xwedî tac û sera, û şehneşîn bû Xwedî zêr û dirav û mal û gewher Ewî sê ku hebûn, lê yek ji wana Ne gelkî ber bi çav bû, ew dîlawer Belê herdu kurên din, ber bi çav bûn Gelek naz û çeleng bûn, hem jî dîder Bi yê kêm wan dikir, her dem tinazî Ji destê wan nema, wî xwe dikir der Ji nişka ve, dibê paşakî dijwar Dihat ser wan, digel sîpah û leşker Wî paşayî şer û qewxe, ji wan xwest Di wê rojê di nav wan de, dibû şer Dibû qurpînê şeşderban, li hawêr Xuşîn ket darê darrima, li her der Belê heyf û mixabin, ew kurêd naz Ji meydanê revîn, bê ceng û bê şer Kurê ku kêm qelafet bû, weke şêr Li meydanê bi dest wî şûr û xencer Bi mêrxasî dikir, qêrîn li dijmin Bi gernasî, ji erdê xwe kirin der Lê paşê hate nêk bavê xwe, ew mêr Wisa wî gote:Ev gotar ji ezber Ne ew kes im ji meydanê bibazim Ku dijmin bidne pey min ew bi şeşber Ez ew kes im, li meydanê bigazim Bi mêrxasî digel dijmin bikim şer Ji ber ku kêm qelafet, û ez kin im Bihakêm im li nêk bav û birader Biçûkê kohê dinya, çayê Cûdî Li nêk Yezdan ji hemyan ew buhatir Deve jî wa çi girs e, lê mixabin şev û rojan tu lê siware wek ker Li mervê kêm qelafet mek tinazî Tu lê carek temaşake, dema şer Qelewlaşan didî ber xwe bi dîlî Wekî şêr û piling û mar û ejder Di pê gotar xelas kir, daketî xwar Sipas kir bavê xwe, û ma li hember Ji nû ve bav helestî, rabû ser xwe Pîrozî kir kurê xwe, pêşî leşker Nîşanek daye wîna, yadîgarî Kirî serdar li ser sîpah seraser Li we tembî gelî xortê dilovan Tinazyê xwe mekin yekcar li her mêr Bizanin ku mêranî ne b`qelafet Wekî Tîrêj dibêje ey dîlawer *www.tirej.info **Rêzkirina tîpan: -Mişel Osman(bavê Nisrîn) -Ibrahîm Ebdî(bavê şêrîn

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz