Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Ey pale pale pale palê das û qînaxa Rabe rahêj dasa xwe here gundê Êlaxa Berî serma kanûnê qutê zaroka deyne Ji te`r şerm û fehête gera nav mal û taxa Ey pale pale pale, palê deşta Barava Rahij das û qînaxa, roj hatiye delava Ger ku nekî xebatê tê tim xwas û birçî bî Ev zêr û mal û dewlet tucar nayên bi lava Ey pale pale pale palê deşta silîva Dasa te ya bi xişxişk doxa wê sade zîva Germa havînê tûje tu xwêdanê vemale Di meydana xebatê wekî boxê Birîva Ey pale pale pale lawkê mi palê deştê Dasê bavê milê xwe qînaxa têx ber piştê Hoxa te pir dirêje zadê wêna qubale Genim jî pir bi tofe l`milê palê mi xweş tê Ey pale pale pale palê berya Mêrdînê Rabe rahij dasa xwe berî êvara înê Zarok tazî û birçî bê pêlav û kirasin Zad hatiye ber dasê ji ber germa havînê Ey pale pale pale palê deşta Hekarê Qînaxa têxe avê berî danê êvarê Dasê tûjke bi heste zend û bendan vemale Nan nadî zarokê te rûniştina bin darê Ey pale pale pale palê kevanê kêrê Rabe rahij dasa xwe here deşta Hewlêrê Pir bik zêr û derava qûtê zaroka deyne Wekî Tîrêj dibêje dagir tu xurc û têrê.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz