Pakrewan mûm û çira ne di şevên tarî û reş
Wan ji bîr qet neke tarîx pê dibî ruhnî û geş
Wan bi xwîna ercewanî qad seraser kirne sor
Têrkirin dara jiyanê şîn vebû her cî û dor
Bûye tev mêrg û gulîstan ji kulîlkêd renge reng
Kesk û sor û zer dixwînin remz û nîşan bi deng
Wan hêvistîne ji rengê wan gula ala welat
Hate hilda ew di nîva kurdistana rojgilat
Wê ji ser me wergerandî tirs û lerza zorkera
Lê didî ba serfiraze ew li ser xan û sera
Sûnd û peyman bi birûska devê atêşa şehîd
Sûnd bi ala me ya rengîn zendê gernas û egîd
Sûnd dixwn em bi çiya û deşt û zozanêd bilind
Bi newal û mêrg û baxan kavilên bajar û gund
Sûnd bi kenê ser dev û biçûkê bê guneh
Sûnd bi girtiyên hebs û zindanan ewên dersal û meh
Sûnd bi xwîna wan şehîdan sûnd bi zor û setemê
Emê heyfa wan hilînin bi tiving û qelemê
Her wekî tîrêj dibê firset ku hat yefşê medê
Ger di wextê neçin cot naghêjin sersedê.
*Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com
**www.tirej.info
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön