Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Serî rake ji temara xewê, da ey dilê jar Serê rojê bi der ket, çûn ji ser me ew şevên tar Perava xwe veda, şar goşê urdistan sera ser Kirî rohnî hemîdeşt û newal û koh û zinnar Mij û ewrên di reş çûn, va li ser me bûye sahî Zivistan çû bi serma xwe, li me xweş bû ye bihar Bihar her sal bi sermed tê, di gel wê cejnê Newroz çi cejnek pir xweş e ey dil, delal û nav û nazdar Di vê rojê de Kawa ku bi çakûçê edalet Kirî perçe serê Dehakê xwînrêj û sitemkar Di vê rojê nejadê kurd, ji bin xeşmê bi derket Biûb kêf û xweş û şahî, li her cih û der û war Ji xwe`r carek binêre dil, li her cî şademan e Li her cî reqs û govend e, çi gund û şehr û bajar Bi xeml û xêza kurdî ne, wekî hawayê kevnar Di gel hev ew bi kom û cot û tek, têne semayê çi mêr û jin çi xort û qîz, çi zarok û çi yextiyar Li xwe wergirtî ye qadê, kiraskî şînî heft reng Kulîlk û çîçek û nêrgiz, vebûn wa bişkivîn dar Tilûr û bilbil û şalûr, quling û qaz û legleg Ewan mêrgû çîmen kirne, ji bo xwe hêlîn û war Hela carek tu jî rabe, here çayê Kurdistan Kurdistan pir xweş e ey dil, wekî baxê Gulîzar Hemî dehl û rez û mêrg in, hemî bax û di bistan Hemî av û çem û kanî ne, hem jî cok û cobar Temaşeke li hewdê sorgula, carek bi şahî Tu guhdêre li dengêd bilbilan tim qîr û hewar Eger xestey Kurdistan, bo te nuzhegah e ey dil Eger ey dil evîndar î, ew e baxê evîndar Bi wî dengê xwe yî taze, bike hewar û gazî Wekî bilbil bike fîxan, di nêv baxan li ser dar Bibin sukran û serxweş, ew bi deng û best û eşar Tu çend sal û zemanê xwe, bi şahî lê bibûrin Ji bîr bik tu xem û derd û xîyalên xwe`y di kevnar Bi erzanî meke winda, evê jîna ciwanî Me jîn hêja li nîv ro ye, nebûye lê tu êvar Berî mirna xerabmal, can bikî nîşan û armanc Berî tîra xwe ey dil, ew di laşê me`d bikî xwar Bihêlin em ji bo millet, hinek dîrok û xweşxuan Xebata bo welat ferz e, li ser me roj û êvar Dema Tîêj herwe gorê, bi şahî şademanî Di heqê milletê kurd de, nebim ey dil gunehkar Bi vê helbestê ya taze, ku vêga ez duxwînim Dikim pîroz heval û hogir û sed dost û sed yar.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz