Adar e adar e, newroza me ye
Xweş cejn û ser sal e, newrozame ye
Adar çi şêrîn e, cejna Arîyan
Welat hemî şîn e, newroza me ye
Adar bi ser me`d tê, her sal wek îro
Bihna gula xweş tê, newroza me ye
Agir emê dadin, li deşt û zozana
Ji mafê xwe em nadin, newroza me ye
Alê emê rakin, ser xan û sera
Dilê millet şa kin, newroza me ye
Sazbend di gel sazan, hûn pêk ve bidin
Ber deng û awazan, newroza me ye
Xort û keç û qîza, bejna xwe bidn
Ber xeml û ber xêza, newroza me ye
Dakevne govenda, bezma şahiyê
Li bajar û gunda, newroza me ye
Derdê dil millet, hûn derman bikin
Xweş dem e ev firset, newroza me ye
Karker û cotkar tev, îro wek bira
Destê xwe bidne hev, ev doza me ye
Das û bivir rakin, ser dest û mila
Welat pê ava kin, ev doza me ye
Bê xwendin û zanîn, em pêş nakevin
Bê ceng û hem bê xwîn, newroza me ye
Ta kengî tê wabî, ey xortê dilêr
Bê yekîtî nabî, ev doza me ye
Ta ku nebin yek tev, nabî tu xebat
Karê me naghê hev, ev doza me ye
Bi sûnd û peyman be, bi gurzê Rustemî
Bi çakûçê Kawa be, ev doza me ye
Herdem ezê bêjim, best û dîrokan
Seydayê Tîrêj im, ev doza me ye.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön