Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Ji can û dil li te pîroz be ey şehrê Nisêbîn Digel baqek gulê kesk û zer û sor, ala rengîn Hela rabe xwe wek bûkan bixemilînî ji nîro Bela xort û zerî bên reqs û govenda te îro Ji Kermêt û Cipiltînê ji şe`banê ji Sîtê Ji Dêrcem û Metîna ji Bêrtê û Meçîtê Te bughêzin ji kur amê re bûka ser bi xêlî Bi darê kotek û zorê eger dijmin nehêlî Ve xortên te gihiştin tev bi hêrs û dilşewat in Di cengê de li meydanê fidakarê welatin Wekî Zinar û Salih her wekî Reşo û Zana Ruhê şêrîn kirin gorî, ewan xort û ciwana Ji bona serxwebûnê ew ketin rêza şehîda Di gel karwanê Mezlûm û Kemal û wan egîda Nisêbîna bi nav û deng cihê box û berana Li kurdistan tu bû dayka cil û sê pakrawana Ewa navê teyî sêrîn qelemkêşê negarê Bi tîpên zêr nivîsandî li ser enya buharê Di tarîxa welata de gelek koka te kûre Ji dewra Mîd û Mîtanî de hê bêtir tu dûre Me wext nîne ku dîroka te bêjim ez di virde Ji ber ku pir dirêje bengehek asasê kurde Di çala û di zindanan de girtî bê jimar in çi ku zindan du qatin hin li jorin hin li xwarin Heval Hogir tu rabe j`rex Hebîsê tornê malê Tu çend xortan bidî hevdû ji Zorava ji çalê Ji Talat û Tinatê hem ji topraxa Letanê Ji Herbê û ji Golê û ji Qesra Serçexanê Bi berbangê re bigrin ser Nisêbîn wek pilinga Derê hebsan bikin perçe bi qûndaxên tifinga Ewa girtyan bi derxin ta digel we ew bibin yek Ku êrîşek giran hûn bidne ser qişla Silo beg Wekî Tîrêj dibê êdî bese ma heq rewaye Ji me pêve di bin destê neyaran kes nemaye.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz