Yar bi fermana evînê
Dame ber dar û kuling
Axiftî şûna birînê
Min ji ber nalîn û deng
Pir ji jana dil dinal im
Xem civînê meh û sal im
Min umir çû pîr û kal im
Va mejî girtiye zeng
Bê hiş û sewda û dîn im
Ku pelê eşqê dixwînim
Mest û sergerdan û dîn im
Dil bibe sotek pir reng
Hêz ji dest û pê û gava
çû nema ronî di çava
Roj li me çûye ber ava
Li min êvar e dereng
Yar hinav û dil biriştin
şîş di nava dil de hiştin
Her demî ez tême kuştin
Bê şer û lêdan û ceng
Sawîra roj û şevayê
Can û cerg û dil tevayê
Min mirin her dem divayê
Goreke tarî û teng
Pa xwezî min yar bidîta
Ew ji pişt perde û çîta
Min ji dinyayê bizîta
Ew gilok û ta û peng
Mêzeke Tîrêj esîto
Herdu ebrû çav ji nîro
Daketin cenga te îro
Her wekî şêr û piling
Cengevan in xweş li kar in
Tîr ji hêla wan dibarin
Can û dil armancê yar in
Rengê nîşana tifing
Yar çiqa bê bext û ol î
Dîn kirim berdame çolî
Rengê Hûlakê Mexolî
Wê li min best dest û ling
Bûm ji êş û jar û derda
Sofiyê mizgeft û werda
Min cîhan pêk ve bi der da
Tev ji bo yara çeleng
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön