Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Ev sedamê dîn û har Bê bext û şerm û fehêt Xwînrêjê gelê Iraq Neyarê jîna welêt Piştî cenga îranê Pey şewata helebçe Hê têr nebû ji xwînê Êrîşek daye kuwêt Bi tank û top û leşker Bi sarûz û balafir Ew bajarê wek buhişt Li wan kir agir û pêt Eba û desmal û igal Hemû ketin nav niga î ku kuştin yê revîn Dê dergûşa xwe avêt Nehsed bîrê betrolê Tev kir dûman û agir çar hawîrê kuwêtê Kir lexem û dînemêt Mal û milk û zîv û zêr Tev kir yexme û talan Kavil hiştin xan û man Dan erdê dîwar û hêt Lê qet nehat bîra wî Wek ku ahê vî destî Ji destê dir namînî Dewrana dem wisa têt Inglîz û ferensa Emerîka lev civîn Ava serê wî danîn Li bajarê Wûtirgêt Bi hezara balafir Firandibûn ezmana Ji bajarê kuwêtê Heya bexda û ferêt Balafirên ezmana Qenabilên dinapalm Wekî tevê teyrokê Ji her alî ve davêt Leşkerê jar û reben Du sed hezar berbat bûn Sed hezar jî birîndar Tev dimane şel û şêt Lê kiribûn terpe toz Nema riya ber xwe dît Lê bûn bela mexabin Ew nîşan û gerafêt Ev tevde xerc û bêşa Gelê kurd e te danîn Li şûn nîşana bidrû Reş pînakî ji dûbêt Wekî tîrêj dibêje: Her bimir bê veger Ew dem û dewrana çû Nema bi dest te ve têt. *Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com **www.tirej.info

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz