Nîlson mandêla pêşayê mezin
Serdarê milet çi mêr û çi jin
Tu ma girtiyê zindan û çala
Demek pir dirêj bîst û heft sala
Te por sipî kir wek hirî û kak
Tu l`ser ya xwe ma gernasê lebak
Te têde dîtin gelek derd û êş
Jîna ciwanî te da xerc û bêş
Te serfiraz kir efrîqa başûr
Ji destê dijmin bi kotek û zor
Hezar aferim rêberê milet
Li te pîroz be ev tac û sewket
Xwedî bawerî şêrê bi zincîr
Ne hişt li welat te bend û eşîr
Te reş û sipî kirin wek hev
Destê biratiyê teva dane hev
Te kîn û rik û berberî nehişt
Azad bû welat te kir wek buhişt
Ji te sêpase her demê tîrêj
Te nekir ber xwe wîsama qirêj
Remza Etaturk nîşana gemar
Te qebûl nekir qet ew yadîgar
Bi wê wîsamê qîma xwe nanî
Tu xweş bihalê kurda dizanî
Ev tiştê te kir ey serokê jîr
Gelê kurdistan qet nake ji bîr
Tu xweş bawer be Nîlsonê dilêr
Emê bivîsin wê bi ava zêr
Ewê têkevî bi soz û peyman
Pelê tarîxa kurd û kurdistan
Bijî mandêla dijî şer û ceng
Ew aştîxwazê bi nav û bi deng
Bimrî berberî ew setem û cor
Nemînî şerxwaz here gor bi gor
Ev cîhana xweş hemî dehl û bax
Ava bimînin ev birc û qûnax
Bijîn wek bira têde reş û gewr
Nemîne setim ew çax û ew dewr
Tîrêj dibêje bi dilkî geş
Bijî mandêla se`eta te xweş.
*Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com
**www.tirej.info
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön