Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Bese cilka xewê bavê li te şerme tu razabî Bizane ku cîhan dewre divê herdem tu pê rabî şev û roj tim wek hev nayên cih û warê xwe dughêzin Di vî çax û zemanî de divê pespor û zana bî Ji kerwanê dem û wextê nemîne tu li paş kurdo Bi hêvî û bi lavlava ewê heqê te winda bî Bi ilm û xwendin û zanîn divê pişta xwe bijdînî Bi kona re bidî û bistîn ne yê sîwak û werda bî Dema kar û xebatê ye xwe med alîkî dem seyde Bela para te ya şêr be ne ya wawîk û hirça bî Heq û edalet xurtî ye ji mêj ve hatî ye gotin Destûra enûşêrwan di qanûna hemorabî Nezanî derdekî zore xebat tev pûç û vala ye Bi kawikî nezanî tê şivanê kar û berxa bî Evê êşa sedê sala nekî derman bi zanînê Di bin destê neyara de tu dêreswa û kola bî Tiving û xame ku herdû li meydanê nebin hem dem Tu naghêjî tu armanca eger gurçik ji pola bî Welat keç am û dotmame bilind û çav reş û rinde Divê îro di meydanê wekî xesro û kawa bî Kum û kolos li ber linga nedî erdê bi gernasî Ne parêzî ji xwînxwara bi sîngê gewr tu şa na bî Bira tîrêj bi dil xwazî didî ber te riya jînê Welat doje eger têde ne serbest û ne aza bî Bi hêvî me ku şi’ra min ji ter îro bibî dersek Nebî xurdê çira kwîra ne bilûra li ber ga bî. Xewna min û bersiva cegerxwîn Rojek ji yê buharê bîst û yekê adarê Ez ji kara westiyabûm ji roj ava raza bûm Xwenek kûr û xulobat bi ser çavê min de hat Di xwê de min dîbû dinya yek ser tarî bû Gumîn ji tav û ewran dihat kiser kurdistan Bi birûsk û ar û pêt dê dergûşa xwe davêt Min dî xoretkî bedew bi dest û pê û qelew şipya li ser textebend li me gotarek dixwend Bakî gûr hat wî bayî ewr firikand bû sayî Mi pir çep dikutand bijî bijî kurdistan Ey seydayê cegerxwîn me’na xwena min bişîn çav li rê me dem û gav ji tîrêj li te silav *Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com **www.tirej.info

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz