Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Ey newroz newroz newroz newroza bav û kala Tev xêr û bêr û pîroz roja cejn û sersala Ku berya du hezar sal hem pênsed û not û neh Ezdehak hate kuştin bi dest kawa û hevala Bîst û yekê avdarê ew kêf û şademanî Li bajar û li gunda li hundir û li mala Wek îro hat guhartin tarîxa rojhilatê Dewra sitemkara çû ket dest coykar û pala Bû serdar û xwedî şan qata cotkar û karker Ketî bin pê û linga taca şeh û qerala Ev pêta agirê gûr nîşana serfirazî Welat tev bû wek burkan tu der nemayî vala Gel tên geşt û seyranê bi xemla kurdewearî Xort tev bi şal û şapik lê keç bi rengê ala Pîremêr tên seyranê bi kolosên xerzanî Pîrêjin tev bi kofî qîz wek karên xeala Keç û xort û pîr û kal girtine reqs û govend Dengê saz û dîrokan giha ezmanê bala Tim daxwaz û omîda Tîrêj eve şev û roj Her gel bighê mafê xwe em jî wek wan hevala.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz