Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Ey newroz newroz newroz newroza min Sersal û cejn û geşte dil soza min Tucar terka te nakim pîroza min Li dunyayê tu daxwaz û doza min Vejînim agirê kawa li wara Timî dadim li ser şaz û zinara Bi kîn û rik li ber pozê neyara Tu şêrîn û mizgînî newroza min Cergê dijmin disojî agirê geş Li kurdistan dikî rohnî şeva reş Ji bîr nakim tucarî vê dema xweş şahî û xemrevênî newroza min Keç û xort tên semayê şademanî Bi şal û şap bi xemla zer mîtanî Felek tê xwar ji birca asîmanî Ji te xayiz dimînî newroza min Bi rewşa te cîhan pêkve didî deng Kulîlk û çîçek û nêrgiz bi sed reng Li rû qadê dibin wek reqşê Erjeng Buhar xwed xemilînî newroza min Giyayê şîn didî pêlan li deştê Awazê bilbil û mirxan çi xweş tê Bi perwazan dikin seyran û geştê Ji mer herdem bimînî newroza min Bi dev xamê dikim hawar û qêrîn Mehmûd rabe ji gorê xortê bengîn Xweha zozan tu sê denga bilîlîn Hêza dijmin dişkênî newroza min Bêrîvan rabe ser xwe porsora min Dev artêşê bidî pêsîra min Ku şêr şêre çi mêr be yan çi jî jin Heyfa Leyla hiltînî newroza min Li Barzanî serokê qehremana Li Qadî û Se`îd û pehlewana Tîrêj herdem li ser wan pakrewana Wekî bilbil dixwînî newroza min. *Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com **www.tirej.info

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz