Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Dilber nexweşim ez wer li halê min binê Ez xestiyê jana dilim textora minê Destûr tilyên nazik li laşêm bipelîn Dîsa min vejînê rewş û dilbera minê Ger ku neba nedketim vê wertê tucar Ev cewr û setem min ne didî karê minê Jana min seraser tev ji bin destê te ye Rehma te dixwazim ey gunehkara minê Ma qey te di vê mi`b kujî bê sûc û sebeb Hê xort û ciwanim gunehim yara minê Kir jehr kerafî te li min umrê ciwan şêrîne bi min dinya gulîzara minê çend sal û aemanên mayî derbaskin emê Ka çerxa felek çij mikî xunkara minê Ka dighîne hevdû em li dunyê bi xweşî Ya xod em bi hevdo şa nebin para minê Ev xeşma dikêşim tev ji bin destê te ye Sed ax û eman wer neke gulnara minê Omîda dilê tîrêj bi cî bîne bes e Nêzîk maye mirna malxerab çara minê. *Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com **www.tirej.info

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz