Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Tucar terka te nakim ez Ku mirna min li hinber bî Ku fermana mi diljarî Ji textê şah û qeyser bî Ne poşmanim li gerdûnê Ku min bavêjine hêtûnê Ji bo çavên te xatûnê Ku Izraîl li ber der bî Biborî gurciya mûşê Ji Bo canê xwe difroşim Ezê cana ecel nûşim Li meydanê tu meyger bî Ji destê dîlber û yarê Peyalek sade ya jarê Ezê îç kim bi yek carê Ji dev reş mar û ejder bî Ruhê şêrîn bi erzanî Girawa pertewa canî Vexum jara silêmanî Bi min wek avê kewser bî Ji nîva lerz û tayê Ji destê zehre sîmayê Vexum jehrê wekî çayê Ji çeydan û semawer bî Di bezma nazik û şenga Li meydanê bidim çenga Serî xwarkim li ber linga Ji mer wek latê azer bî Bi mestî bêm ji meydanê Berê govend û dîlanê Kolos xwarkim li meydanê Bera mêrik bi rêber bî Ji kêfa hemdem û yara Li govenda evîndara Li mi xweş tê dem û cara Tîrêj herdem tu serwer bî. *Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com **www.tirej.info

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz