Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Ma rûmeta şi`rê çiye? Ned xidmeta millet de bî Ronahiya şi`rê çiye? Pesnê welat ku tê ne bî çibkim ji wê şi`ra rijî? Danagre sewda û mejî Derdê dil û can najkujî çaxê ko cewher tê nebî Cewher divê hilbe ji nav Bihnê vedî rengê gulav Pê xweş bibin cerg û hinav Hemdem û yarê xwende bî Wek rûn û qîmaxê miya Mîna bîhok û hirmiya Moçê bidî dev birçiya çiqa bixwî jê têr nebî Ew xwarina can û dile Derman ji bo çavê kule Saz û awazê bilbil e Gul pê ji xaran derdibî şi`ra rijî naçirusî Wek sorgula tim çilmisî Bêhn û bexê nadî kesî Jê xwendevan dilsar dibî Ku tê nebî bêhn û bexe Bilbil tucar nayê rexe şebnem ji xunçê navexwe Lê nikl û dev ziha dibî Zar û zimanê miletan Qumaşeke pir mal giran Erzan meke ey torevan Haj xwek tu bê rûmet nebî Haj xwek neyê bezmê bi zor Ferhenge û tarîx û tor Yên miletin her çax û dor Sivik meke têd bin vebî Tim gotina Tîrêj ev e Tor ne bi qurretya dev e Qet ezezî b` te nakeve Tore ji torê der dibî.. Hûrbînî: M. Bavê Nisrîn û I. Bavê şêrîn

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz