Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Dilberê hate civanim bi krasê melesî Pir di dîdarê ve şa bûm dil ji kêfa reqisî Xanî û hindir bûne wekî mûm û fener Rû ji hêla beş bi derket go cîhan tê çurisî Wê bi nazî roj bi xêrek daye min vêra kenî Go mi pir bêrya te kir bû ez te nadim bi kesî Min digotê ser ser û çavan tu hatî bedewê Dil ji ber işqa te bûye wek kulîlka çilmisî Bûme wek kalê zemana pir perîşan û reben Qet nema koka derana tev ji nanê repisî Va di kuncê tarî û reş de bi xwe winda me ez Bilbilê mest û hezînim girtiyê der qefesê Lê bi dîna te li min dunya dibin mêrg û buhar Wek ciwanê çarde salî ji bo min hewesî Ka berî mirna xerab mal destê xwe destê mi da Em biçin laleş tewafê ger tu êzîdtersî Em bi çar goşiyê kurdistan bikin seyrangehê Maye emrê min di gerdûnê de tûtinperesî Ta di gorê de nebî hesret li min dîna welat Merheba wê ga bi dojê ne bi çûna teresî Ez bi bîr û bawerim dojeh li min dêsar bibit Rengê Ibrahîm kurê Azer bigermê nahisî Agirê musa li sînayê dema şewqê veda Terh û dar û şax ne sotin ne ji pela rewisî Yê ne aşiq be ew bê pare li dinyê û axretê Ez bi kurmancî dibêjim ne bi zarê çerkesî Rengê tîrêj ta li ser pêta evînê dil neso şerme jêre dil neca wa ku bid meqesî *Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com **www.tirej.info

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz