Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Ne serbest û ne aza me di zidanê de girtî me Dem û dewran li min tengin di dunyayê de bêcî me Di nêv xewn û xiyalan de diçin çola bej û xalî Doşek qade mitêl ezman belê balgeh bi xwe hîme Ji dûr leylan û rewerkan dibînim wek çem û avin Bi ber wan ve rewanim ez ji ber ku ez gelek tîme Di nîva wan gur û hirçan dijîm lê dest birakin em Di wê çolê de winda me nizanim ez bi xwe kîme Di xewna de gelek cara ku xwe d`bînim li zozana Li jorê lat û zinaran li hevraz geh li banî me Li min xweş tê sura bayê siba bêhna gul û sêva Li warê bav û bapîran wekî şahê Mîtanî me Li kurdistan xwedawendin bi kom û leşker û hêzim Bi tac û şewket û alim li textê Aşokanî me Ge xwe`d bînim wekî Dara li cîhan qehremanim ez Li ser textê sedef zêrîn li Dara ez rûniştîme Qeralê heft welatan tev li ber min bê çek û darin Ji Sen`a û Yemen heta çemê Nîl ez gihiştîme Ji paytextê Eskender heya `erşê Nefertîtî Bi bara bêş û salyan tên derê genca diyarî me Ji eqlîmê Teter heta ku bingehê Babil û Aşor Qiral û serwerê Hindê hemû zanin bê ez kîme Belê çibkim dem û dewran li min geryane çep îro Esîrê destê Eyranim firarê Tirk û Tazî me Eva rabûme ko dergeh li zindanê bikim perçe Bi gernasî xwe aza kim ji kok û qurmê arî me Tucar xewna m bi cih nayê ku ez xwîna xwe nerjînim Tîrêjê miletê kurdim ne bê warim û ne bê cîme Hûrbînî: M. Bavê Nisrîn û I. Bavê şêrîn

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz