Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Ey narîn narîn narîn Zeriyê rû girover Tilyê zerî zeytûnî Gustil zêrê qaş mermer Zend û bendên badayî Gerden bi mor û mircan Sîn wek berfa zinara Sîka dara girtî ser Memik wek du hinaran Di paxilê hildane Meyxoşe ez dimêjim Her digvêşim av tê der Enya gewra mi came Xwe têda ez dibînim Zelal û pir bi şewqe Wek neynika Eskender Herdû çavê teyî reş Tijî kilê sibhanî Pozê teyî çilagî Ser daye hewdê kewser çiqa pesnê te bêjim Tu`b kêsim û fesale Rewşen dikî bejna te Xemla kesk û sor û zer Tu` b wê bejn û temtêlê Dakev reqs û govendê Li hawê saz û nayê Tu`l meydanê her û wer Xort û lawan serxweş ke Bê kas û cam û bade şêx û mele stû radin Li ber lingê te dîlber Da em xwezya xwe bînin Bi vê newroz û cejnê Bankin miryê di gora rabin roja me da der bi yezdanê dilovan her se`etek vê rojê nadim bi taca Kesra nadim bi textê Qeyser bawer be xweş tu Tîrêj van xêzên rûpelên te xortên meyî dilovan bixwînin wê ji ezber

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz