Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
çi milk û mal û zêr û gund mi bê texmîn û endazê Bi carek min li ser danî ji bo çavê te şehnazê Berê vêga mi bawer kir gelek şaş çûn di vê rê da Li ber çavê me leylan e nayê dest bi daxwazê Neha dîsa ne poşmanim gelek çûne di vê rê de Cezîrî feqehê teyra wekî hafiz li şîrazê Cegerxwîn û hesen hişyar hejar û ehmedê xanê Ketin dîrok û tarîxa ji bona te serfirazê Li kurdistan venamre agirê işqê wekî pêta li derbend û cezîrê li sîpan û li sêwazê evîndar rengê kerwanê xwe davê agirê eşqê wek ola muxan agirperest wek neftik û gazê evînî ger nema cîhan seraser bê wê xweş nabe gelo govend û dîlan xweş dibin bê saz û awazê li qirş û qurmika qîzik eger navêje ser lawik ewê ser gêj û terxan be li ber piştî ewî razê heya bilbil li ser dara gulê hêsra nabrînî tucar nabişkivi sorgul ji xew ranabe tolazî ku darê mişmiş û sêva ji darin nemoçînin tucar êmîş û ber nagerin li deştê û li hevrazî jiyana bê evîn bo çi xoristê ev niazam danî li ser dar û gul û insan teba û murx û narazê bese tîrêj bid û bistîn ji ber kerbên di dinyayê tu razî bî ne razî bî eve yara te şehbazî. *Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com **www.tirej.info

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz