Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Xort û ciwan bûm emrê mi sih sal Bayêm bilind bû ne xem û xeyal Kuncîlê li min çox û qimaş bûn Bi kum û kolos bi şapik û şal Xwîna ciwanyê ez hildidam jor Herdû dêmên min mîna gula sor Dema mi xweş bû bi kêf û şahî şewqa dilê min dida Tor û Zor Mûyekî sipî kêfa min şikand Dolabê zemên li min wergerand Ciwaniya min ji min bi dûr xist Sed ku û keder di dil min de çand Serê sibakê şiyar bûm ji xew Bi dengê bilbil bi qebqeba kew Dev û rûyê xwe mi şûşt bi avê Bi mir ev çêbû bi roj ne bi şew Min bi neynikê li xwe dinêrî Ji gerden û rû heya bê serî Mi dî di nîva porê minî reş Mûyekî sipî têde wek hirî Li ber çavê min bû wek melkemot Can û ceger û dilê min disot Ez vedciniqîm bi dîtina wî Bi kerb û bi kîn mi ev jêre got Tîrêj: Tu tenê li vir çidke ez benî Di vî cihê reş şeva wek tenî Ev cihê tarî warê diza ye Gelo tu doste weya dijminî Mû: Bawer bik ji min ez dost û yarim Ez ne dijminim ez ne neyarim Destê biratiyê emê bidin hev Ez takî mû me, ez bê zirarim Tîrêj: Ji kîja cihî ji ku deverê çawa bêyî min, tu hat vê derê Rastî bibêje berra te nadim Heya deh roja bi sozê berê Mû: Bira rêwî me, ez dûrî destim şev li min gerya, ez jar û mestim Jar û belengaz, pêxwas û birçî Kesî mi nîne li vir vewestim Tîrêj: Ti ne rêwî ye ne tî û birçî Xerîb dibînim, ez te li vî cî Ev tiştê te gotin, ne ket serê min Divê tu rabe, ji vê der biçî Mû: Heya tu hebî ezê mêvan bim Heya tu tîr bî ezê kevan bim çawa tu zanî ji xwe r wisa bik Heya tu pez bî ezê şivan bim Tîrêj: Kê te şandî vir, bi qelawizî Porê minî reş, tevdî bidizî Mû bi mû yekser, bughere sipî Qet ez nazwazim, vî reng û terzî Mû: Ne dizim Tîrêj ne keleşim ez Lê şebçeraxê şevê reşim ez çar hawêrî xwe ez dikim rohnî Agirê zerdeşt li Laleşim ez Tîtêj: Bi derzîke hûr wê bingeha te Ezê bikolim kok û reha te Devê mûçingê bavêjme jorê Ji bin hilînim asêgeha te Mû: Koka mi kûre dûr û dirêjî Penc û rehê min gihane mêjî Ne mûçinga te, ne derziya hûr Tu kêrê nakin, tu j` xwe r dibêjî Tîrêj: Eger serê te bighê ezmana Tu qet mi nakî kalê zemana Ezê te bikim piçik û parî Bidim ber devê kêr û gwîzana Mû: Roja cîhanim hatim delava Heyva çardeme, ez naçim ava Sed kêr û gwîzan mi natirsînin Ezim birûska nêv ewr û tava Tîrêj: Pêlek ji lehya xema te anî Li ser serê min îro te danî Nîşana pîryê li min xuya bû Rengê ciwanyê ji min hilanî Mû: Cilkeke zîvim li ser serê te Taca zêrînim li keşwerê te Ji min metirse ez xweş hevalim Hemî aqilim ez yawerê te Tîrêj: çelapekek berf ji ya Serheda Li ser serê min te sîwan veda Li min tu bûye şûrê qederê Ferman li xort û ciwanya mi da Mû: Xem û derda mewx tu hê ciwanî Ez ne dijminim tu baş dizanî Ez taca serê aqilmenda me Di her wextê de di her zemanî Tîrêj: Wekî derwêşan tûr li mil û pî Dinyê li hev dim qapî bi qapî Ciwanyê êdî nema dibînim Piştî vê tirsê vî porê sipî Mû: Rustemê zalê rabî ji gorê Guhderz û Xesro xwe bidne dorê Tu xweş bawer be tu çiqê nakim Mi naşikînin bi darê zorê Tîrêj: Tu şûrê heqe ji genca yezdan Da der ji nîva nîqab û perdan Wê çipke Tîrêj darê xwe danî Tu dest li ber te nayêne hildan. Hûrbînî: M. Bavê Nisrîn û I. Bavê şêrîn

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz