Mizgîn li Te be, Cegerxwînê Kurd
Seydayê nemir, zana û rêber
Warê tu lê bû, nemaye xalî,
Di pey te îro, maye Dilawer
şehr û bajarê tora gelê Kurd
Nemaye vala , bêkes û xwedî
Barê te’y giran, daye milê xwe
şopa te îro, ewî daye ser
Seyda de rakev, bê derd û bê kul
Ala te îro, wa hildaye jor
Xortê çeleng û jîr û hinerbaz
şahê evînê li textê keşwer..
Hisiça, 22.6.1985
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön