Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Pisîk hat ber derê mişk Bi girî û bi fişfişk Ser bi şaş û çav li jêr Go êvara te bi xêr Fermo carek were der Bidim te zêrekî zer Bi xwedanê roj û şev Xêra bavê mine ev Em malek dewlemendin çav fireh û comerdin Mişk bi aqlê wî kenî Paşê gotê ez benî Rê ne dûre bigrim ser Ne hindike zêrê zer Ey teresê çav li jêr Kengî tu bûyî camêr Ti bê soz û bawerî Xwe bid alî ji ber derî Ser bi şaş û bi kofî Kengî tu bûyî sofî Go rih bibi sê buhost Dijmin tucar nabi dost Tîrêj dibê mêr û jin Nebin bawer bi dijmin. *Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com **www.tirej.info

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz