Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Ez mirinê dibînim ne bi xewn û xeyala Gurkî birçî û hare li ber derê her mala Têr nabe ew tucarî ji goştê ademîzad Devê wî sore herdem ji xwîna bav û kala Tebakî bê haweye dijminê jînê ye ew Bi ber gorêv dişînî pismam û ap û xala Pencên xwe ew di laşê mirova de dikî xwar Radqetînî ji hevdû destê yar û hevala Dem û wext jêre nîne didî ber xwe ketûber Pîr û kal û ciwana çi biçûk û mendala Belê heqya wê eve cuda nakî ji hevdû Belengaz û derwêşa ji paşa û qerala Ey kesê jar û reben bela dilê te xweş be Mirin êşa wê yeke tev kêferat û nala çi li textê zêrîn be çi li xakî zemîn be çi di nava livînan çi bi şûr û mertala Serok û mîr û zengîn dema diçîne gorê Destê wan ji zîv û zêr wekî destê te vala Berî dahijne gorê wekî te lê dipêçin çend gaz cawê neşûştî ji bedêla qerpala çi kesê tê dunyayê pêxwase şilfî tazî Wê têkeve bin axê tazî û bar şewala Gelek qaqil û hestî ji hin gora têne der Hemî kevn û rizyayî ji hezarên di sala Ew kalaxên rizyayî serê box û berana Zend û bendê xatûnan tilyên di çav xezala Ew hatine veşartin di nêv axa cebana Beta bûne ji dinyê di kortal û goncala Dinya siya darê ye ji mere ne tu ware Bêbext û xapînoke leylane pûç û vala Kêrî dinyê nehatin me dawî jî bi derda Wek rêwiyê windayî li wan çol û newala Ey Tîrêjo bizane ku ne efwa xweda bit Gunhê te berze nabin bi gotin û galgala.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz