Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Meyger li xurîn im vê sibê camê tijîke Tu j` denê kevin çavo bela tîr û giran bî Da îç kim li yek hilmê dilopê tê nehêlin Pê tîna xwe bişkînim bi xweşya dil û can bî Ser vala bibî îro ji nîgaş û metala Sermeste bibin ez bikevim warê xeyala Da ej bîr bikim derd û kulên van dem û sala Emrê şêst û çar salan bi serxweşiyê ciwan bî Da ha j` xwe nemînim ez hiş û sewda bi derdim Mervo meyperestim ne xwedî sîwak û werdim çerxa felekê îro digel wê ez xeberdim Gilyê me li ber destê Enû-şeyê Rewan bî Jê pirsê bikim ma ev çi kîne te digel me Ma qey li dinê kes te nedî kêmtir ji bil me Ev barê xem û derdan te avêtine mil me Ev barê giran ranagre ger kohê sefan bî Bextê me ji alî te reşe her wekî tenyê Daxwaz û ûmîda me ne kir carek li dunyê Dijmin te birin jor lê te em hiştin li binyê Ta kengî emê pez bin ew dijmin şivan bî Bid min bersivê çerxa felek her ku biprsim Kanî şêr Elî Seyid Rida şoreşa Dêrsim Ka xuşka Besê b` rext û tifing bejna bi keysem Ez birûska dev tifingê me tu jî mij û mûran bî Ka şoreşa şêx Mehmûd li Sordaşê xwedî çek Tirk û Ereb û Ingiltera tev lê bibûn yek Xapandin bi olê ewî goga xwe ne bir şeg Ez şûrê bi dest şêxê xwe me tu yek ji wan bî Kanî şêx se`îd ew serekê şoreşa Amed Vêket ji tuxûbê Ecem ta Zozan û Serhed Ka Xalid û Fûad kanî ew pesporê Mehmed Reş kir te li me cerg û kezeb her bê guman bî Pêjna şoreşa Ihsan kurê Nûrî nema tê Vêket ji Ararat ta bi Bedlîs û Xelatê Ka Tewfîq û Xorşîd bi xwe serbazên civatê Rasim bi xwe me her dem tu jî wek Riza xan bî Ka textê Mihabad dewleta Qadî Mihemed şûrkêşên me kanîn Seyfî, Xoşnav û Siyamend Ka siwarê li hespa ku li dijmin dikirin cerd Ez tîreke ser tûj bim tu armanc û nîşan bî Ka şoreşa Berzanî li dijmin tim bi êrîş Pêşmergên hinerbaz weko Feyleq dikirin tîş Ka îdrîs û Mehmûdê Yezîdî kanî Mamîş Firset te neda wan tim tu xûz rengê kevan bî Reş-al te li dildarên me hilda banê gerdûn Meydana evînê te li wan kir wekî hêtûn şehnaz û evîndar tev li ber pêlê xema çûn Ma çi doza te bi wan re hebû tu b` derdê giran bî çipkim ji Cizîrê ne li wî şehrî be zînê Tacdîn ku nebî kes li mi xweş nakî birînê çala çilherîn xweştir ji birc û şehneşînê Ez Memê evîndarim tu jî Beko Ewan bî Ez çibkim ji sîpan bê Xecê keçka Silîvî Bê tîr û kevan çibkim ji wê xencera zîvî Nêçîrvanê kovî kuştiyê dara bi`îvî Ez gelyê siyamend tu li min ew êş û jan bî çibkim ez ji derbendê ne lêbe surşêrînê Bê soz û qerar çibkim ji gustîl û negînê Elmasa bi jehrê bibî dermanê evînê Ferhadim tu jî pêlek ji wê lehya giran bî Ew aşiqê hev bûn ez evîndarê welatim Lê xweş tu dizanî ez ne bê kar û xebat im Torevan û ristebêjim bilbilê baxê Xelat im Ez Tîrêjê kurdim tim tu bê nav û nîşan bî.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz