Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Bi navê xudanê cîhan û felek Xudanê hemî ins û cin û melek Xudanê hemî murx û hov û teba Xudanê meh û sal û roj û şeba Yeke tim heye dê hebit her Xuda Ne hinkûf û ne hember ne bav û ne da Ne laş û ne ten, hem ne pê û ne çeng Ne nîşan û ne çehr û kilîş û ne reng Ne xwîn û ne agir ne ax û ne av Ne roj û ne heyve, ne sî û ne tav Ne sor û ne gewre ne kesk û ne şîn Ne `ewr û ne ba ye, ne misk û ne bîn Li her cî dijî wî ne razan û xew Ko herdem şiyar e, bi roj û bi şew çi pesnî bidim em ji wî re xelet çi rengî bidin wî ne ew reng e qet Ji bo ademîzad weha mijde da Bi zarê xwe î xweş we gotî: Xuda Ne pêjin di rengê mi de merî Binêre li tiştê ko min çêkirî Xuda çêkirî asîmanê bilind Sitêr kirne jê re wekî mûm û find Hinek nalivin hin bi dewran û ger Belavin ji hev hin li bin hin li ser Ko ev heyv û roj tim ji rengê kelek Li pê hev rewan in, di çerxa felek çi dûr û cidane gelek ew ji hev Ji rojê re ro lê ji heyvê re şev Ko her yek di şopa xwe de tê û diçî Bi emrê Xuda tim diyek rê û cî Cîhana mezin wî kire aferîn Digel deşt û zozan li xakî zemîn şet û behre û gol û çi derya hemî Ko tê û diçin tê de geşt û gemî Ber û çol û koh û çiyayêd bilind Weharenge şehr û çi bajar û gund Rez û bax û mêrg û çi dehl û devî çem û cok û kanî newel û zevî Ji bo ademîzad hemî çêkirî Weharenge tacek ji hiş da serî Xuda daye wî heybetek pir giran Kirî serwerê mirx û hov û teban Xuda daye wî ne`metin bê jimar Digel hiş û tevdîr bi ziman û zar Pêximber gelek rakirin wî ji wan Ko rêça durist xweş bidin ber ewan Gelek rakirin lê neşim ez bibêm Lê çendan dê bêjim, bi kurtî û kêm Nebî Nûh û Idrîs û Salih û Hûd Nebî bûn li ser nejdê e`ad û semûd û Dawûd û Mûsa û `îsa ji nûr Bi Tewrat û Incîl we hem jî Zibûr Hemî rakirin bo nejadê cîhan Ko parêz bikin wan ji kufr û şeran Ji bo ademîzad bibin rêber e Bi zatê Xudê ew bikin bawer e. * * * Di qada hucazê ji nêv miletan Xuda rakirî yek di dewra cîhan Bi navê Mûhemmed bi zarê `ereb Kurê `ebdillahê `ebdil Muttelib Weharenge Haşim û `ebdil Menaf Ko kalên di wî ne bi deng û bi nav Lê bavê di bîst û yekî ew merî Birahîm Xelîl e kurê Azerî Diya wî bi navê Emîna Weheb Ji tuxmê Qureyş in bi nav û neseb Di roja duşembê duwazdê mehê Rebî`a pêşîn ew li der Mekehê Li xakê Hucazê ko ew nazenîn Bi mizgîn ko ew hatiye der zemîn Gelek hêvîdar im ji te ey Xuda Bi heqê wî Pêxemberê ko te da Bi heqê heval û hemî dost û yar Digel min tu îro bibî alîkar Heta ez ko çêkim evê Mewlidê Di rêça te de, ez bikim vê kedê Eger ne`b te be himmet û alîkar Nikarin tu tiştî bikim ez tucar Nemaze ko firset me nîne gelek Ji xeşm û neyarî û zulma felek Li dorê ko `alem bigêrin civat Li navê Mûhemmed bikin esselat. * * * Pêximber dema hate qada cîhan Ewî dî ko `alem di kufrek giran Ne hîn û ne `ilm û ne xam û qelem Ne ol û ne dîn tev bi lat û senem Hinek file hin jî cihû hin mecûs `Eşîrêd giran Xezrec û Tey û Eûs Qûreyîş û `Ebada Rebî` û Muder Ko herdem digel hev bi ceng û bi şer Temîm û Hewazin bi gurz û bi şuyr Xûza`e û Haşim bi bend û `eşîr Reş û tariyê girtiye ser cîhan Nezan û xeşîm û hejar û xizan Dema ko `emir bûye çil sal temam Li Mekê ew pêximberê xas û `am Di nîva şikefta Herra ya nemir Mûhemmed nimêj û `îbadet dikir Ji nişka ve dîbû şikevta Herra Hemî bûye rohnî ji mûm û çira Li ser destê Cibrîl wehî jê re hat Bi emrê Xuda roj li dunyê hilat Bi lez rabû serxwe ewî mujde da Bi dengê bilind wî bi navê Xuda Bi dengê xwe bankir miletan temam Ne ko bes `ereb lê hemî xas û `am çi Rom û çi Firs û çi Tirk û Teter çi Kurd û Ecem jî çi Hind û Qecer Ko bawer bikin tev bi dînê temîz çi mêr û çi jin hem çi xort û çi qîz Ji mezna kesê ko kirî bawerî Berî herkesî bû Ebû bekirî Ji pişka biçûkan bû Elyê mezin Xedîce berî her keç û pîrejin Weharenge Telhet û Se`ed û Se`îd Zibêrê Ewam hem jî Hemza `egîd Eusmanê comerd û îmamê Eumer Bi dîn re tebabûn ko bê ceng û şer Eubêdê Verrah û kurrê Euf bizan Tebabûn digel bê şek û bê guman Li bin dara xurma ko wan her dehan Bi sûnd û bi soz û bi dil û bi can înan bawerî wan bi Pêximberî Mûhemmed ji bo xwe kirin serwerî Ko rabin ji bo dîn bikin ew xebat Li navê Mûhemmed bikin esselat. * * * Destpêka olperestiyê Serokê cîhan bîrwer û haştîxwaz şahinşahê `alem li textê Hûcaz Rêzanê bilind rêberê ol û dîn Mamostayê zana li xakî zemîn Dema hate meydan şehê namîdar Digel wî `Elî ko bi dest Zulfeqar Li dorê hemî dost û yar û heval Bi wî re tebabûn bi can û bi mal îşaret dikir wî bi destê temîz Gerîn lêv û dev xweş bi bendên hedîs Weharenge Pêximberê dilmezin Go: ey alê Mekê çi mêr û çi jin Werin guh bidêrin li peyvên Xuda Gelek mîr û paşa çi jar û geda Civîne li dorê ji tuxmê `ereb Ji benda Ebû Cehl û bavê Leheb Go: mizgîn didim we gelî mehrevan Xuda şandime ez li qada cîhan Baweryê bikin ez ko Pêximber im Ji ola Xuda re bixwe rêber im Bi zatê Xwedê hûn bikin bawerî Bi min jî înan bin bi Pêximberî Go: mizgîn bidim we, b` buhişta nemir Azad bin ji dojê çi hûr û çi gir Yê bawer nekî ew bi van gotinan Mexabin dê ew bî gelek poşiman Go: ev pût û lat û `uzza û senem Ji wer fêde nakî bi qend yek derem Betal in ji bin ev kilîşêd kevir Hemî mane xayiz kesên ko li wir Wê gavê Ebû Cahilê har û dîn Berî da Mûhemmed bi kerb û bi kîn Bi fort û gefa geh bi ceng û bi şer Bi peyvên ne xweş tev sixêf û xeber Wisa jê re gotî neyarê Xuda: Kî ey sêwiyê pir feqîr û geda Go:sûndê dixwim ez bi heblê mezzin Bi lat û bi `uzza bi ola kevin Tu carek dî rabî bi vê bangehê Fermana te rakim ji vê Mekehê Pêximber dima mest, demek pojinî Lê paşê li rû wî nezanî kenî Di pê re ewî dest bi jor hilveda Bi peyvên di şêrîn di go:ey Xuda Tu parêz bike miletêm her demî Ji ber ko nezan û xeşîm in hemî Ko dîn rohniya xwe bidî ser welat Li navê Mûhemmed bikin esselat. * * * Baweriya gelek kesan bi olê Di weqta Xuda ev cîhan afirand Teb û mirx û hov û meriv tê`d civand Hiyam û dem û dewr û çerx û felek çi derya û gol tev bi geşt û kelek Ko ev tav û `ewr û ev birq û ba û ev roj û hîv û surra der siba Ko her yek dikî kar ew di şopa Xweda Bi dor digerin tev bi emrê Xuda Eger ko neba ev nîzam û hîsab Cîhan dê bima tim wêran û xerab Weharenge Pêximberêd rêçenas Ne bûna rêber ew ji bo `am û xas Xweşî ne`d ketî der cîhanê tucar Wê her dem bimaya di dest koledar Ji rengê Ebû Cahil û Bû Leheb Ji zengîn û hem xanedanêd `ereb Pêximber di weqta ko deng da cûhan Bi wehî û bi pend hem bi nutq û beyan Ji dûr û ji nêzîk li dor bûn xelek înan bawerî pê ji wana gelek Ko Selmanê Faris ji tuxmê Ecem Bi olê tebabû ji dûr hate cem Umar ew ji Sûdan Sehîbî ji Rom Bi dîn re tebabû li dor bûne kom Ji şehrê Mekê ew Bilalê Hebeş Ko ol eşkera kir bi wî dengê xweş Dibê carekê yek meriv hate cem Bi dest girt û lerzî ji ser ta qedem Ji nişka ve rabû şehê dil mezin Go:ey dost û yar û hevalên di min Ne Kesra me îro ne jî Qeyser im Ne xaqan û şah im ne jî begler im Bi reng û qelafet ne j` we zêde me Merivkî Xuda me yekî wek we me çi tiştê dibêjim ji wer yek bi yek Hemî wehî û peyvên Xudayê felek Pêximber dema ko wisa wî di got Dil û cerg û mêlak ji wan tev di sot Ji wê rojê pêve ko xelk bir bi bir Bi dîn re tebabûn çi hûr û çi gir Ze`îmên `ereb pir li wan xweş nehat Ko rojek ji rojan li hev bûn civat Ko şêwra xwe danîn bi kerb û bi kîn Bi kuştna Mûhemmed hemî axivîn Hemî ew ko rabin bi ceng û bi şer Ji Mekê hevalên di wî bikne der Pêximber dema ko bihîst ev xeber Mexabin gelek ma bi ax û keder Gelek pojinî wê şevê dil bi xem Ji nişka ve cibrîl ji jor hate cem Silav lê kir û rûdinişt û kenî Paşê jê re got: xem mexwe ezbenî Metirs emebe dil bi xem tu tucar Ji ber ko Xuda her bi ter alîkar Wê ola pir deng bidî der zemîn Wê dînê te bihjê heya Hind û çîn De rabe xwe karke tu ey Ehmed Bi bala kevin da biçin nêk Xuda De fermo ey pêximberê umetê Bi kêf û xweşî da biçin hedretê Ji balayê jorîn ko ev mijde hat Li navê Mûhemmed bikin esselat. çûna wî li nêk Xuda Ko Cibrîl dema gote wî ev suxwen Pêximber helestî piya dev bi ken Bi şahî berê xwe dida meqsedê Heta ko bi çavan bibînit Xwedê Ko Cibrîl digel wî tebabû bi şeb Di roja dişem bîst û heftê receb Ji şehrê Mekê ta bi Qudsê meşîn Ji mizgefta Eqsa bi jor hilkişîn Ji ser hîmê Yezdan bi bala ketin Bi dergahê heq ew gihan ne`b çetin Ko dengek dihatî ji nêk hezretê Go: fermo ey Pêximberê ummetê Pêlava xwe tenha ji pê der meke Bi pêlava xwe `erşêm tu pîroz bike Eya pendegîr ko ji xwer guh bidêr Li meznahiya wî tu carek binêr Di weqta ko Mûsa li ser wê riyê Di dî agirek wî li hêla çiyê çi pêtek bi şewq bû xuya bû ji dûr Li jorê newalê li ser kohê Tûr Li ba ket berî da çiyê wî merî Ko bîne ji xwer hin ji wî agirî Xuda bankirê go: linêk xwe bimîn Newalapîroz e pêlava xwe dîn Pêlava xwe Mûsa ji pê kir cida Bi xwasî meşî bû huzûra Xuda Binêre çi ferqek pir e ey bira Bi meznahiya wî ji Pêximbera Dema der vekir wî bi navê Xuda Ji hêla newar pertewê hilveda Xwe windakir û ew demek maye mest Lê paşê li hember Xuda dest dibest Vewesta li hember û ling kirne cot Bi peyvên di şêrîn Pêximber digot Selavêm bi pîroz li te ey Xuda Bi vî rengî Yezdan li wî ho veda Selavêm li te rêberê ola genc Ewî go:li min û mirovên diqenc Furuştan şehadet di dan hedretê Nimêj nuh Xwedê ferkirî l` umetê Dema şul temam bû, şehê namîdar Li ser baskê Cibrîl ji jor hate xwar Ji bala dema daketî Mekehê Dî ko hê jî germe cihê xewgehê Dema roj bi derket bi tîrêj û rav Li çar goşê dunya kirî şewq û tav Pêximber bi çûnê kirî deng û bas Xelkê tev bihîstin hemî `am û xas Jin û mêr bi carek bi balêv meşîn Ehlê Mekehê tev bi ser hilweşîn çi yar û heval bê jimar û hîsab çi gawir çi bawerker û dilxerab Ko yekser bi carek li wî bûn civat Ji nêv wan ebû Cahilê bê xelat Go:şerm û fehêt ke bese ey sehar Tu çawa bi jor ket çilo hate xwar Go:bi emrê Xuda ez bi bala ketim Li ser baskê Cibrîl ji jor daketim Ebû Cahilî go eger rast dibê Li rêça di Qudsê çi dî wê şebê Pêximber digo: karewanekî mezin Li rê bû ne ser jê xuyabû ne bin Bi ser bar û bin bar hemî ew şutur Sibê rojhilat dê xuyakin ji vir Hevalên di wî bawerî pê kirîn Heçî gawir û dilxerab pê kenîn Wê gavê pêxember helestî piyan Wî bendek ji Qur`an di xwendî li wan Kesê ko ola xwe ew bête der Xwedê wê hinek fêris û cengewer Dê ew bêne ser we bi şerkî giran Mirovin `egîd û gelek pehlewan Linêk pakî Yezdan giranqîmet in Li wan nîne tirs û Xwedî heybet in Ji wê ayetê hemî ketne hev Dixwestin bizanin gelo kîne ev îşaret dikir ber bi selman ewî Go: ev yek ji wane we alên di wî Ji va gotinan hem ji wê ayetê Gawir dilxerab tev ketin heybetê Ji hev ew bi carek dibûn tar û mar Tenê man li wir bes heval hem jî yar Ko sehwa Pêximber bi ser wan dihat Li navê Mûhemmed bikin esselat. Derketina Pêximber û hevalên xwe ji Mekehê Welatê Hucazê dibû hilekan Mekeh bûye gog ew di hol û şegan Musilman û gawir cidabûn ji hev Bi kîn û bi azar ko aryane pev Mexabin ko wan gawirên dînbetal Gelek zor didan Ehmed p hem heval Li dora pêximber civîn dost û yar Ko çara me îdî nema ji dest neyar Pêximber ko şêwrek giran wî dibest Digel dost û yarên xwe yî olperest Ji Mekê biçin ew bi Mûhacirî Bi vî rengî şiwra hema çû serî Hevalên di wî derketin ew bi meş Ji Mekê berî dan welatê Hebeş Necaşî ewî padîşahê mezin Bi cîkirne ew derketî mêr û jin Di pê wan re pêximber û hem heval Ji Mekê hemî derketin koçemal Bi emrê Xuda derketin ew piling Berî dane şehrê Medîna çeleng Ko karwan xuyakir li ser wê riyê Jin û mêr hemî derketin pêşiyê Pêximber û yar tev kirin wan selav Ko himbêz kirin hev wekî law û bav Bi yek deng û zarî digotin keçan: Bixêr hatî ey padîşahê zeman Ko heyva cîhan e tu ey şah û ser Ji ruknê yemanî li me daye der Sezaye li me em bikin xidmetê Bi emrê te Pêximberê ummetê Ji ber ko tu hatî bi emrê Xuda Di rêça te de em bikin canfida Ew naga Pêximber li wê tim siwar Li dorê civîbûn meriv bê jimar Ji hawêr meriv pir dihatin gelek Li dora nagê wan dikirne xelek Li hefsarê nagê gelek dest pelîn Heya deng ji wan çûye jorê zemîn Ji alî xwe ve her kesî ko dixwest Bi mêvanya pêximberê olperest Ji wan re dibûn çend meriv hoşemend Weharenge gotin ewan ev du bend Ko hefsar bi bestin li dora serî Berî bidne bajêr bela ew herî Li ber dergehê kê mexel hate ew Mêvanê wî ye padîşahê bedew Ewê `alemê tev biya wan kirin Berî dane nagê ji cih rakirin Ew naga Mûhemmed bi xeml û xêz Berî dane bajêr li dû bûne rêz Pêximber li wêna siwar hem digel Li ber dergehê Bû Eyûb kir mexel Dibû kêf û şahî li mala mezin Tijî bûye hundir ji mêr û ji jin Bi dîna Pêximber gelek şadibûn Hinek rûdiniştin û hin radibûn Ji ber `alemê mal tijî tim dima Ji der û ji hundir tu rê tê nema Pêximber bi zarê xweyî pir temîz Di peyvî ji benda Qur`an û hedîs Ko bavê Eyûb pir gelek berx û kar Wî ser jêkirin çend şutur hem dewar Weharenge tuxmê mih û hem jî pêz Ji goşt û birincê mesef kirne rêz Ji bona Mûhemmed wî ev nan dida şehrî derketî ketne xêra Xuda Di pêre Pêximber ewî mal bi mal Belavkir li her malekê yek heval Li bajarê Yesreb diman derketî Li pey hev wehî ji nik Xuda daketî Li ser destê cibrîl li gora demê Li ser navê Pêximberê `alemê Ketin hîretê ew xwedî pût û lat Li navê Mûhemmed vikin esselat. Cenga Bedir Li Yesreb diman ew du sala temam Ko rojek ji rojan dihat yek piyam Ko karwanekî pir giran tev şutur Ji şamê tê berê wî li hêla Bedir Ko lokin hemî ew bi hejmar hezar Digel karewan çil meriv kolejar Digel kolejaran du mervên di xas Bû Sifyan e yek yê di wî `Emrê `As Ko ser bar û bin bar hemî dexil û dan Ji sala ko ew sal bûha û giran Sêsed kes Pêximber ko amade kir Digel wan siwar bû, berî da Bedir Kufara dema ko bihîstin piyam Hezar kes ji Mekê siwar bûn temam Li hinda Bedir tev gihiştîne hev Ji toza siwara ko roj bûye şev şîhîn ketye hespa şûra da reqîn Xuşîna rimma qade sor bû ji xwîn Ko soz da hevala wî Pêximberî Go:lêxin buhuşt hatiye ber derî Li ser karewanî dibû ceng û şer Ji xwînê meşîn ew mesîl û çeper Demek pir ne çû leşkerê ol û dîn Heftê kuştibûn yê ko mayî revîn Kirin erxekê ew hemî laş û term Pêximber gotarek bi hêdî û nerm Dixwendî li wa kuştiyan û mirî Go: tiştê xudayê me got bir serî Xudayê we yê ji hîm û kevir çi tiştê ji wer go gelo ma çi kir Yekî gote:ey rêberê `alemî Bikêre dipeyvî, mirîne hemî Pêximber digotê: bi sûnda mezin Bizane ji wan hûn ne guhdartir in Pêximber û yara wekî mirxê baz Berî dane ayesreb gelek serfiraz çi şahîk mezin ko bi ser wan ve hat Li navê Mûhemmed bikin esselat. Cenga Uhud Ko bajarê Yesreb xweş û serfiraz Cih û warê Pêximberê rêçenas Dibû bingeha padîşahê cîhan Dibû keşwer û payîtextê zeman Di pê salekê re ji cenga Bedir Bû Sifyan ji Mekê xwe amadekir Digel sê hezar leşkerêd pêhlewan Berî dane Yesreb, bi şerkî giran Li Mekê meşîn lek bi lek bir bi bir Daxwaza ewan heyf û tola Bedir Berî dane Yesreb bi kerb û bi kîn Tiyêd ceng û şer wek gurêd dev bi xwîn Pêximber dema ko bihîst ev xeber Ewî jî civandî hezar cengewer Ji Yesreb meşîn bi xelîlî û def Li çiyayê Uhud tev gihiştîne hev Musulman û Gawir bi hev ariyan Dibû şer di nêv wan newal û çiyan Ko dijmin ji ber leşkerê ol û dîn şikestin bi carek hemî tev revîn Di dîtin ji derbê di wan pir cefa Ji ber wan neyar tevketin berqefa Mexabin Musilam bi mal daketin Sîpahên di wan tev ji ber hev ketin Ji nû ve neyar tev li wan zîvirîn Wê gavê Musilman ji ber wan revîn Nema kes di şer de ewê se`etê Revîn bil ji Pêximberê ummetê Hevalên di wî pir ji wî bûne dûr Di hatine wî pir rim û gurz û şûr Pêximber ketî erxekê bêguman şikandin neyaran ji wî çend diran Pêximber gelek nav di wana dida Digo: ey Musilman û ehlêd Xuda Metirsin ji cenga neyar hûn hemî Vegeryan kirin cengeke Rustemî Pêximber digel dost û yar û heval Ji cenga Uhud tev vegeryane mal Li Yesreb Musilman hemî bûn civat Li navê Mûhemmed bikin esselat Cenga Xundeq Ko pênc sal temam bû ji wê hicretê Neyarêd Xuda tev ketin heybetê Ji Necdê heya dergehê Mekehê Ji her êl û Nejid û `eşîr û rehê Ze`îmên di wan tev li hevdû gerîn Li mala Ebû Cahilî tev civîn Bi sûndê ko şêwra hema çû serî Ko peyda bikin deh hezar leşkerî Berî bidne Yesreb bi cerdek mezin Bi koç û bi mal û bi qîz û bi jin Pêximber dema ko bihîst ev piyam Heval û hemî yar civandin temam Rûniştin digel hev bi şêwrek giran Xwe parêz bikin da ji cerda giran Ko Selmanê Faris bixwe ew li bal Pêximber ji wî ra digo: ey heval çi raya te ye ma ji vî leşkerî çi kin em. Ewî gote:Pêximberî Di vê xundeqek rumkê kûr û fireh Bikolin li dor Yesrebê asîgeh Bi vî rengî em xweş dikarin bi wan Bi parêz ne şehrê ji cerda giran Weharenge fikra ewê Farisî Ko çêtir didîtin ji ya her kesî Bi şiwra di Selman gelek şadibûn Li ser wê diman û hemî radibûn Sibê ehlê Yesreb çi jin û çi mêr Amade dibûn tev digel tevr û bêr Pêximber bi wî destê nerm û temîz Dikola berî her jin û mêr û qîz Ko xundeq dikolan bi roj û şebê Ji rengê xelek wan li dor Yesrebê Xelaskirne xundeq ji her çar kenar Di pêre digirtîne ser wan neyar Digel deh hezar leşkerêd behlewan Mexabin nikarin êrîş bikne wan Tu hesp qet nikarin xwe çengkin ji ser Ji ber xundeqê ew hemî man li der Ko konê xwe danîn li dorê bi rêz Diyarî hevûdû ketin herdû hêz Dihatîne hevûdû bi tîr û kevan Ko mehkê seraser wisa her diman Musilman `Emrê Uidê `amirî Ji gawir dikuştin di nîva şerî Lê paşê `icac û mûranek giran Li wan radibû ew du roj û şevan Hemî leşker û hem sîpahên neyar Ji ber hev ketin tev dibûn tarûmar Bû Sifyan û leşker ew cerda mezin şikestin vegeryane mal mêr û jin Musilman zeman xwe li wana dihet Li navê Mûhemed bikin esselat Li hevhatina Hûdeybê Bi yek salê piştî şerê Xundeqê Pêximber xwe karkir digel bêreqê Bi sîpah û leşker bi kar û bi bar Digel yek hezar hem jî çarsed siwar Berî daye Ke`bê lê Bekr û Qûrêş Li hinda Hudeybê hemî ketne pêş Bi rûbarê hevdû ketin rû bi rû Di nav wan de çêbû gelek geftûgo Musilman û Gawir li hev hatibûn Ko deh sale dî ew nekin şer bi tûn Lê soza xwe Gawir ne bir bû serî Ji Xoza`iyan kuştibûn yek merî Pêximber gelek azirî bû li ser Civandî ewî deh hezar cengewer Berî daye Mekê bi ceng û bi şer Belê hilnetanîn kesî dest li ber Bû Sifyan û `Ebas tebabûn bi dîn Ketin Mekehê bê şer û ceng û xwîn Ko dîn eşkera bû, li mala Xuda Li jorê meçîtê Bilal bang dida Pêximber ko ew weqt û ew çax û dem şikandin hemî pût û lat û senem Mekî şermîsar man li ber alê dîn Li mizgeft û mala Xwedê tev civîn Pêximber ji nişka bi ser wan ve hat Teva ser tewandin li dor bûn civat Pêximber digo: ey `eşîra Qûrêş Ji dest we medî pir cefa û dilêş Go:çibkim ji we ez di vê se`etê Ewab gote: Pêximberê ummetê Birayê me ye hem tu lawê bira çi ferman û emrê te ye ser sera Pêximber digo: û li rû wan kenî Me azad kirin hûn hemî ezbenî Mekeh ko vekir bû wî Pêximberî Berî daye Xeyber digel leşkerî Wî Xeyber vekir piştî cengek giran Tu dijmin li hember Mûhemed neman Cizîra `ereb tev li ber wî vebû Neman têde dijmin hemî berze bû Ji derya Sipî ta tixûbê `Ecem Ji behra Xelîc ta Cizîra Qerem Hemî ketye bin destê şahê cîhan Ko al hate hildan li xan û seran Ji Xeyber vegerya şehê haştîxwaz Berî daye Yesreb gelek serfîraz Ko Yesreb dibû bingeha `ilm û dîn Dibû keşwer û paytextê zemîn Ji ola di nû şewqê daye welat Li navê Mûhemed bikin esselat Heca Xatira Pêximber di sala dehê hicretê Berî da Mekê ko hec û `umretê Ji Yesreb bi derket digel sed hezar Meriv pêr tebabûn peya û siwar Dema ko ewî hec xelas kir temam Li dorê civîbûn gelek xas û `am Pêximber vewesta wê çax û demê Gotarek dixwendî li wê `alemê Digo: ey gelî xweş heval û bira, Heca dawî ye ev Heca Xatira Ji dewra cîhanê ji vê dewletê Nêzîk maye barkim biçim axretê Ko dunya betal û cefa ye me bes çi ko payedar der cîhan nîne kes Digel we dijîm ez di vê se`etê Hemî guh bidêrin li vê şîretê Di ola me de qet ne hin kolejar Ne hin cirîtî hem ne hin bendewar Mirovên reş û gewr hemî wek hev in Ji yek dê û bav in, hemî yek reh in Kurê Adem in û Adem ji xak Yê çêtir ew e yê bi karê xwe çak Xwîn û `erz û malên di we li we heram Xwedê ni`meta xwe li we kir, weselam Gelek hêvî û tewqedar im ji we Bi ola xwe bigrin me xatir ji we Zimmîn ketye wê `alema bê jimar Girîn tev li ser wî şehê namîdar Pêximber vegerya Medîna çeleng Digel dost û yara meşîn ne`b dereng Emir şêst û sê sal çira mileta Li Yesreb nexweş ket bi serêş û ta Di roja duşembê diwazdê mehê Di pê ko vegerya ji der Mekehê Di pê yazde sala ji wê hicretê Pêximber wefat kir çûbû rehmetê Li Yesreb veşartin şehê ummetê Li ber wî vebû dergehê cinnetê Xwedê xemlandî buhişta `edin Bi dîbac û istebreq û sundus in çemê kewser û hingiv û xemr û şîr Li qada bihiştê meşîn pendegîr Cewahir belav bû l` bihuşta nemir Zibercet û elmaz û yaqût û dir Bi ber xemilîn ew rez û dehl û dar Ji xurmew tirî mişmiş û hem hinnar Ji tuxmê kulîlkêd zer û kesk û şîn Di baxê bihuştê hemî bişkivîn Ko bîn didin ew gulêd renge reng Tilûr tê dixwînin bi awaz û deng Furuşt rêz bi rêz bê hesab û jimar Ketin ber selavê ji her çar kenar şurust û perî tev ketin şehyetê Ji bo dîtina serwerê ummetê Xudayê dilovan bi navê xwe ke Tu tîrêj ji rehma xwe bê par meke Me parêz bike tu ji wê dojehê Bihuştê ji me`r tu bikî bingehê Me carek rehakî ji gunhê mezin Wehem jî Musilman çi mêr û çi jin Gelek hêvîdar im ji te ey Xuda Me tevda bidî xatirê Ehmeda Bi qasî hemî dar û ber û giya Li ser canê Pêximber û Enbiya Li ser canê şêx û melayên di qenc Li ehlê Xwedê û mirovên di genc Li dê û li bav û hemî salîhe Li ser rûh û canê hema fatîhe… *www.tirej.info

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz