Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Ey melayê mêr û gernas rêberê kurdanî tu Rêçenas û jîr û mêrxas serwerê xortanî tu Rengê heyva çardehê da der li kurdistan mela şewqê da bajarê Amed Erzirom û Wanî tu Zengilê cenga welat îro li Berzan daye deng Pê şiyar bûn kurdên Tirk û Sûrî û Eyranî tu Dengê def û sazên şer xweş tên li ser kohên bilind Ala rengîn ref refe her dem bi dest lawanî tu Xakî Berzan rengê barûde li rûyê dijminan Teht û arbeşk û kevir tev bumbene d`meydanî tu Bayê dijmin ketye bayê kurd rabû ji pê Pê gerî çerxa felek ev xweş deme dewranî tu Lêxe ey serdar û pêşwa firsete yefşê medê Her kesê xayin ji ser ke b` xencera soranî tu Dehşikên şêst û şeşan paqij bike tu j` wan welat Ew qirêj û patexur tev gorî û qurbanî tu Xayin û dînarperest in çepelin tuxmê teres Alîkarê te û pêşmerge be her yezdanî tu Dengê Tîrêj wa li Sûrya tim dike qîr û hewar Her bijî xortên nûhatî her bijî Berzanî tu.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz