Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Waye dilber bi tena tête bi meş Tu bi wê işq û evînê mebe şaş Rabe her pêşiyê ji bo çavên di reş Tu bi wê işq û evînê mebe şaş Tu li ber wê ramidîn gewdek û laş Te birîndarekî bi xwînê mebe şaş Wek memê berkên te ku bêne du şeş Tu bi wê pencer û zîne mebe şaş Mebe wek ji ber pêlan vekeş Tu bi şêrîn û negînê mebe şaş Tu li sîpan wek siyamendê keleş bi xec û nal û girînê mebe şaş werzê bê talik `ecûr û şebeş meçe nav tu b`lem û şînê mebe şaş bê mejî boşin wekî gaêyn du beş tu bi wî kum û civînê mebe şaş wa li benda me ye gora teng û reş tu bi rewşa dem û jînê mebe şaş dem û wext derbas dibin bê hay û heş tu bi lehd û sebt û înê mebe şaş rengê tîrêj te nedî rojeke xweş tu bi wê dîdar û dînê mebe şaş. *Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com **www.tirej.info

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz