Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Li dunyayê birader em tevde hewcedarin Riya pir dirêj e karwanin em li kar in Barê me pir giran e serxwebûna welat e Ev kar ji me tê xwestin dem û dewran dijwarin Bi xwezî û bi lava nabin serî tu karî Divê em xwe nedin paş mêrxas timî li karin Ey hevalo mêrê çê bikêrî her tiştî tê Li qelsmêra menêre tev qirêj û gemarin Divê ku em xwe têxin warê piling û şêran Kesê qels û tirsonek çavpêl û serlixwar in Ev welatê wek buhişt bûye li me şeva reş Pêxwas û diz û keleş binêr li çar kenarin Mebe bawer tucaran li dijminê korfesend Wekî marê di tûrê de qîl tûj û serbijehr e Li me her dem dinêrin wekî reswa û kola Li ser serê me îro hirmizê tacîdar in Welat pir dewlemend e hemî deşt û zozanin Hemî dehl û rez û bax pêkve êmîş û dar in Tijî gencin axa wê madena zîv û zêr e Rengê elmas û mircan ji rû kevra dibarin Belê îro mexabin ev dijminê setemkar Xêr û bêra wê dixwin em jê bê pişk û parin Ma ne şerm û sosrete cihê bav û bapîra Li me bûya wek zindan tev girtî û firarin Zirûf û dewrê zeman milet wana pêk tîne Dema ku em bibin yek bi dijminê xwe karin Heya ku em nebin yak ewê halê me ev be Li welatê me dijmin gurê birçî û harin çi kurdê ku ji şopa yekîtiyê bidî paş Xayin û gel firoşin kurtêlxurê neyar in Wê rojek bê ku milet wan bavê çerxa tarîx Nake rehmê li wana hemdemê koledarin Bese êdî bibin yek mû b`zimanê me ve hat Pir wek tîrêj dibêjin bê hesab û jimar in. *Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com **www.tirej.info

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz