Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Jana evînê wa ji dil avête nav penc û reha îro di wa kuncên di reş bûm xesteyê sal û meha textor li ser min pir civîn derman mixabin lê nehat sed derzî û toz û hebik ji toxmê erzan û beha şaş mane ew textor hemî tev keten tatûla giran pêkve hemî çûn dil bi kul poşman û tev gerden zuha hemyan ji ser min dane rê bê hêvî û çar û ûmîd çare di vê êşê nedîn beyhûde wan yek ji deha textorekî zana û jîr ew hate ser min bê guman ez wergerandim rast û çeb lepta dilêm da ber guha nêrî li min û ser hejand go kawiko derman eve sêvên xelat û mişmişên bajarê çermûk û Ruha kûpek ji wê ava Zinar mistek ji berfa Serheda çend lib ji bîhokên Melat hirmên ji darên ber giha derhûdê saxbûna te me tê xweş be dîsa wek berê jana dila êşa te ye parêzke xwe j`van guneha Tîrêj bizan derman eve guh mede peyv û gotina vana tu çend rojan bixwî nîro êvarê sibeha

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz