Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Bayê sibehê rabe bi ser car û newala îro tu xwe bighîne ewan yar û hevala çar hêla welatê Serhed û Zozan û Dêrsim Tevdî tu li hev xe ta bi Mehsert û Qubala Pirsê bike carek tu ji rêwî û şivana Pirsê bike ey ba tu ji gundî û ji mala Pirsê bike carek tu ji wan karkerên bê kar Pirsê bike ey ba tu ji cotkar û ji pala Pirsê bike carek tu ji qîz û keç û bûkan Pirsê bike ey ba ji hejar û bêmecala Pirsê bike carek tu ji derketyên li çola Pirsê bike tu j wan girtiyên zindan û çala Pirsê bike carek tu ji birçî û ji sêwyan Pirsê bike ey ba tu ji zarok û menala Carek tu temaşeke li bustan û li dara Carek tu binêre li rez û mêrg û dehla Yek ser bê xwedî mane ji bê cot û tevirdan Ber tev weşiyan îro ji êmîş mane vala Carek tu binêre li gulistan û li baxan Meyzek tu li sosin û gul û çîçek û lala Kanî dijminan girtin nema av tête ser wan Xuncên sorgula hişk bûne bê şebnem û ala Lawên Teter û Cengîz û Holakê Mexolî Agir dane kurdistan rivî jê çûne bala Bala xwe bidê îro li her alî himîne Dengê sûstem û top û tifinga nale nala Ey dijmin bizan kurd bi xwe qir nabî tucarî Zilm û setema ku lê dikî tu b` sedê sala Lawên wê gihane her wekî şêr û pilingan Cenga te dixwazin ne bi xewn û ne bi xeyala Tev box û beranin xwînê dirjînin bi merdî şevgêrê çiyane nevyên Rustem û zala Mafê xwe ji çavên te ewê îro derînin Hiner û hêz bêne meydanê xweşî pûç û betala Tîrêj tim bi ûmîde ji we nifşên nûhatî Bitstînin ji dijmin doz û tola bav û kala.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz