Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
çavan ji tamarê veke kurd beske vê derd û xemê îro li şûnwara tu bes maye ji karwanê demê Karwan bi dûrket rabe lo berya li te şevreş bibî Hê tu li Tehtoşkê gurik karwan gihaye Dêrcemê Ger ku li te şevreş bibî tucar tu naghê meqsedê Tê dê bibî şîva gura tu dê herî b`derdê Memê Xwestya te bi xemla giran dotmam keça apê te ye L`hespê siware lê neyar girtî bi hefsar û gemê Rabe wekî şêr û piling azad bike bûka çeleng Wek Mîdî û Mîtaniyan bawer bike tu j` wê lemê Ger zorî û xortî nebî lav lav bi xwe bê fêdeye Nexta cîhanê himete xwîne diwêta qelemê Bela tucar em şaş neçin tim şûr dewra xwe dilîze ew Tim serbilindin xurtemêr yê qels dikêşî elemê Bejna xwe ger xortên ciwan nedin ber rext û fîşekan Ger yektî û xurtî nebî bi felsefê çibkin emê Ta ku em dev bavêjne hev tim paşketin para me ye Pêk nayê daxwaza me qet bi qûteqût û hêlemê Tim gotina Tîrêj ewe êdî bese em ha j` xwe kin îro divê kar û xebat bêtir ji her çax û demê.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz