Ey Kurdistan Kurdistan, navê te l`navê welat
Keça delal û hêja, hevala kar û xebat
Desatê xwe b`destê min de, bi tevayî wekhevî
Millet bi pêş ve naçî, bê komel û bê civat
şêr şêre ey keça kurd, çi jin û ya çi mêr e
Li Indêra binêre, wa ye pêşkêşa welat
Wek Besê ya bi nav û deng, canfidaya Kurdistan
Di cenga kurd û tirka, li Sîpan û Ararat
Wekî Leyla çav belek, jîna xwe ya ciwanî
Ji bo kurd û Kurdistan, daye mizgîn û xelat
Wek Cemîla Bûheyred, ser bilinda Cezayir
Firensa ew sera ser, dane ber dax û şewat
Temaşekî tu îro, li cîhanê keça kurd
Tê bibîne gelek keç, tev zîrek û ebûqat
Lê tu tenê keça kurd, di bezma keçfiroşan
îro tête firotin, wek dewara ber mezat
Di quncên reş rûdinê, bi jarî dil şikestî
Derma ku tê ber derî, dibên bavê te va hat
Bi lerz û dil bi tirsê, ew vedgerî cihê xwe
Tu dibê şermeke giran, tenha bi ser wê de hat
Heta ku em wisabin, gavek bi pêş ve naçin
Welat ji dest neyaran, nakin azad û felat
Bese rabe keça kurd, bişkîn tu qeyd û benda
Wekî Tîrêj dibêje, dem û dewra te va hat.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön