Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Kor: Keçê dayê kel û kor im ji dîna hemdem û yara Bi destpelkê diçim û têm li ber van hêt û dîwara Dayê: Bi çavkorî ne dilkorî me`erî wek tebû Cengo Serokê tor û çandê bû li gund û şehr û bajara Kor: Ji dînaya dinê dûr im di van kuncên reş û tarî Hejar û dilfekar im ez esîrê roj û êvara Dayê: Buşar jî wek tebû Cengo di hiyamê xwe yek tabû şehê textê edeb bû ew di nîva kom û guhdara Kor: Evî tiştê ku tid bêjî bi min wek xewn û nîgaşe Gelo raste bibim carek yekî zana ji Kurda ra Dayê: Bixîne tê wekî Taha bibî pespor û hozanek Ji milet re biderxînî dehê pertûk û dîwana Kor: Bi destê min bigir dayê berê min bid dibistanê Bixwînim da nemînim ez hevalê pîs û bêkara Dayê: Sipas û aferim Cengo bi zana re bid û bistîn Tu dê bighêje armancê tu namînî li şûnwara Kor: Bi sozê her kesê çê ez ji dev doza xwe bernadim Eger dijmin di vê rê de berê min bidne sêdara Dayê: Di Kurdan hene Cengo bi çavin lê bi dil kor in Di bin cengê me de îro wekî topişk û reşmara Kor: Wekî tîrêj dibê arê li nav çav û serê wan be Neyarê miletin dostê neyarin her dem û cara. *Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com **www.tirej.info

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz