Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Xweş nîşan û mizgîne ev kongira we danî Yekîtî û biratî têda dikî xuyanî îro ji me tê xwestin bêtir ji her demên çûn Destê xwe bidin hev di warê torevanî Dîrok û tor û edeb heyvanê serxwebûn e Kesî xwe jê bidê paş dijminê niştîmanî Firset vêga ji zêr e neçî bi ton ji dest me Di meydana xebatê pir xweş vî zemanî Divê bi ilm û zanîn xwe rapêçin xebatê Nabe tu kar û xebat bi kwikî nezanî Yûnan tev em dizanin ket bin lep û destê turk Bi tor û tarîxa xwe xwe j`bin destan deranîn Dewlemend e kurdistan bi tarîx û tora xwe çiya û deşt û zozan çi mêrg û dehl û kanî çi hîm û heft û kevir newal û sirt û nehêl Duriv lêne yeka yek ji xwîna erxewanî Divê kevn û nuhê xwe bi hevdû ve girêdin Rêçeke rast û durist ji wan bête deranî Bi bawerî bidin em ser wê riya rast û xweş Emê bighên armancê wek miletê cîhanî Pîrozbahî dikim ez bi vî karê pê rabûn Ev birîna pir giring kursiya me têda danî Dawetnme ji mir hat bi derengî giha min Mexabiya xwe tînim ku mam ji vî civanî Silav li ser kesê ku rabûn bi vê xebatê Wextê wî be her wek newroz û mihrecanî Silav bi misk û inber li wê kom û civatê Qebûl bikin ji tîrêj belê neb dilgiranî. *Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com **www.tirej.info

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz