Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Xort: keçka deşta Silîva Kember te sade zîv a Were em herne bihîva Keç: Lawikê Berwarî bala Meke va peyvên vala Me şerme j`dost û hevala Xort: keçikê ey dost û yarê Destê xwe bid min êvarê Da biçin baxê Zinarê Keç: Lawiko t`qîr û bela ye Ev ne tevdîr û ne ra ye Tirsa min j`bav û bira ye Xort: Keçikê bejin ziravê Dem xweş e vê weqt û gavê Tu vê tirsê ji dil bavê Keç: Tiştê te d`vê bi cî nabî Ger qiyamet li min rabî Ev di gerdiş me de nabî Xort: Keçka sereka jîra Bib hevala destegîra Bişkîn va qeyd û zincîra Keç: Lawiko keçka gunda me Namûsa bav û bira me Ev di ola med heram e Xort: Ramûsankê bid vî canî Ji dêmên sor erxewanî Li ser ola Mezdik û Manî Keç: şêrîna ber dil û cana Bidme te sê ramûsana Ser qehrê gund û cîrana Xort: Gelkî sipas im ji yarê şakir im wê peyv û zarê Kofî holkir tev li çarê Herdu: Tîrêj em anîne cem hev Gilî gazin kirne ber hev Me destê tewqayê da hev

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz