Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
S:ji ber pacê xwe bid alî geroka gund û cîrana bi min xwîna te pir talî te naxim şi`r û dîwana K:ezim terha serê lemma kulîlka ber devê çema dilopa hingiv û xurma li ser lêvên di hozana S:gever gijê enî pirçê çepil xwarê lepê hirçê ji rengê pîreboka çê Li dû rêwî û kerwana K:sipî bozim gulî sorim bi bisk û xemrî û porim xezala Cûdî û Torim sitêrim ez li ezmana S:genîkê dev bi qerqêtê timî bêhna ne xweş jê tê hekîmê Wan û Xarpêtê rehet nakin bi dermana K:ezim navka qinê gwîza ezim rûnê devê hîza ezim rinda keç û qîza gula nêv bax û bistana S:çi tiştê tey bedew çavin timî sist û xil û xavin bi şotik û şil û av in ne wek rengê tu îsana K:E çav şînim diran zêrim ne seyda xortê bê kêrim kevoka lat û zinêrim kewa gozel li zozana S:diran belê devê bêrê tu bê xemlê tu bê xêrê kezî b`rişkê bi qilêrê ne xurdê birc û eywana K:tucar cavê xwe kil nadim tu xemla ez girê nadim bi ser bejna xwe bernadim jibo çavê şoreşvana S:bi hesretya dilê Kurda tu tev ramek xem û derda emin bêkes li rû erda ji xêrxwaz û dilovana K:bi Leyla û bi wê xûnê bi Dêrsim û bi Sasûnê xwe naşom ez bi sabûnê ji bo girtyên di zindana S:hela wer ez bi heyranim li ser çavê mi bê xanim ji van peyvê xwe poşmanim delal û pertewa cana K:bese tu dev ji min berde dilê min tev kul û derde ku dilxwazê gelê Kurde bi tore xîj bikî qana S:ezê tenbûrekê l`saz xim sere tilya li perda xim vêra bêjim heya saxim li ser hale perîşana K:bi dêrana Helebça me qijoka xakî Zêwa me rebenka Kurdê cola me li ber serma zivistana S:du laşin em bi yek canî nema têm te bi erzanî Tîrêj darê xwe va danî di vê rê de yekin ana

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz