Dihatim der ji meyxanê
Dihoşim ez li kortala
Serê min rengê hêlanê
Diçî û tê ji hiş vala
Di ber Birca Belek bûrîm
Li ber pacê min dîlber dî
Min sipas û temena kir
Li ber wek jar û evdala
Bi lavlav jê min kir hêvî
Hela yarê bi min rû de
Bese carek li dinyayê
Bibînim bejnê û bala
Bi kerb û kîn li min nêrî
Wê awrek tûj li min dabû
Got:ey xorto tu zaro ye
Mekev warê pîr û kala
Ji çavê reş belek dîsa
Gelek tîr wê reşande dil
Bi wan birwên di qewsan wek
Kevanê Rustem û Zala
Me dil wek leşkerê dijmin
Gelek dîl û perîşan bû
Di cenga leşkerê Kuran
Li deşt û koh û şengala
Belê paşê dida bersîv
Evîn wê kir li min hingiv
Got:Bê dilya te nakim ez
Bi xweş peyv û bi galgala
Bi xeml û xêz û nîşanê
Ji bircê hate eywanê
Gelek wek min ji hiş xistin
Bi dengê top û xerxala
Ji eywanê bi meş ger bû
Wekî rojê ji reş der bû
Li dinyayê kire şahî
Wekî nûroz û sersala
Bi wê bejna zirav yarê
Wekî şitla sipîndarê
Di balkona serayê ew
Ji rengê beyreq û ala
Cîhan tev şewq û rewşen kir
Zemîn tev lal û gulşen kir
Ji ber tîra evînê bes
Ketî Tîrêj li rex mala
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön