Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Ji min bê made şahzadê dikim nakim mi naxêva dilê min xweş nekir carek bi çend pirs û bi çend peyva Ku temtêl û ayîna wê li ber çavê mi sawêrin Digel min ew dixwî,vedxwî firavîn û ewan şîva Zirav îro dirêim ez çiqa dinya bi min tale Di tatûla enî rojê li min nînin xewê şêva Eger carek mijûl bin pev ewe lav û ûmêda min Ewê têhna mi bişkînî şeraba wan dev û lêva Ezê têr bim bi dîdarê bi wê bejnê bi wê balê Bi wan çavên di reş dêmên di sor birwên wekî hîva Li wê deşta evînê xewş bixemlî wê behara dil Bikin em geşt û seyranê di nav baxê gul û sêva Ji biskan mûyekî nadim bi milk û malê dinyayê Bi şêrîn û Xec û Zînan bi sed qîz û kemerzîva Bela wêga mirin heq bî nebî hesret di gorê de Ji Tîrêjî mekin lewma mi kes navê ji wê pêva

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz