Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Zîz bû li min şeva reş kanî soza te yarê Ew civanê te da min li bin dara hinarê Rûniştin em digel hev gilî gazin me pev kir Xox û hirmê dixwarin li ber siya êvarê Ta ku tu bête nêk min tena kirasê mexmel Mudêla kin li çogê bê çarik û xomarê Destên xwe em bidin hev herin ji van welatan Herin çiyayê Torê topraxa wê zinarê Bikin seyran û geştê li bajar û li gundan şehrê Bedlîs û Wanê gundê Kefer hewarê Li gelî û zinaran li nêv bustan û baxan Tirî bixun ji mêwan sêvan ji gulyê darê Bela tim bê guhê me dengê bibil û çûka Li nêv baxê gulîzar li deştê û zinarê Herin bi serfirazî cihê bav û bapîra Paytextê Mîtanî -- şehr û bajarê Darê Ji xwe`r carek bibînin wan şop û kavil û wara Wê keleha Bertewîl şikeft û wê mixarê Dara bi nav û bi deng qehreman û cihangîr Qeralê heft welatan li jorê hem li xwarê Newroz û cejna teye ey Tîrêjê dil bi kul Wê sorgula dilê te bibişkivî ji xwarê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz