Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
çi ferman û çi talan e delalê nazikê bozê Tu pêxwas û perîşan e di nîva berf û bahozê Gumîna ewr û tava ye ku ba berfê ditozîn e Birûsk û birq ji her alî vedidne şev wekî rozê Mij û mûran û serma ye der û rê tev de windane Gurê qafê çiya d’zûrin ji birçîna ji alûzê Ji hêla dî neyar tême ji jor agir dibarînî Li erda gurgura topan xumîna wê meteryozê Tu derketiya welat e keç biçûkê hê tu hef salî Ji kerkûk ya ji şeqlawe ji zaxo ya rewandozê Di vê koma giran xuşkê te dêw bavê xwe winda kir Wekî qefla gelê ermen li zozanê alagozê Li dû qeflê bi kulkul tê bi hawar û bi qêrîn e Xem û derdê mi tev rakir te ey berxa devê kozê Gelek heyfa mi tê rindê tu van hêsran dibarînî Ji çavên reşbelek îîro bi cogan têne ber pozê Dem û dewran bi dijwarî li me geryane çep dîsa Were rûnê li kulîna mi îro ey tu feyrûzê Te rahêjim li ser milkim di nîva ceger û dil kim Delalam west û têlaye tebighînin belakozê Biçûk û nifşê nûhatî omîd û remz û nîşanin Kela xwînê me hiltînî ji bo vê riya dozê Li te mizgîn bi hikmê dem di pê tenga firahîne Welat wê serfiraz be ez didim te her evê sozê Ji tîrêj xweş tu bawer be ne dûr tê bê welat dîsa Bi dêw bavê xwe tê şabî wekî sersal û newrozê çi gunhê vê ye ma çerxa felek ey kuç qulipyê bes Hewar êdî ji destê te genîkê xwarê tim xûzê. *Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com **www.tirej.info

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz