Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Lê keçka Torebanî çav reş ebrû qeytanî Bi xeml û xêza Mîtanî Bejn û balê av gulke Por verşîn li ser mil ke Kemerê li ser dil ke Cotek gorê mûşanî Heft reng ji neqşê Manî Pêlavek Erzîncanî Rabe dakev meydanê Bid çindikan li meydanê Ev cejna Kurdistanê Tu li hawê saz û namê Her û wer li hindamê Sê çiv têkevin qamê Vê wext û çax û gavê Azad bî ji bend û davê Qeyd û zincîran bavê Lê keçikê rewşa êlê Nazikê kofî kêlê Derkev tu ji wê hêlê Reqs û govendê xweş ke Xort û lawan serxweş ke Tim dilê Tîrêj geş ke

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz