Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Ey felek bê bext û bê dîn çi ye te li me kîn û rik Dil bûye golek tijî xwîn Tê dijîn geşt û kelik Leşkerê derd û xeman Salarê wan geşta ne ew şûr û rim herdem bi dest in Ta bi serbaz û belik şans û bextê me reş e îro ji ber alî felek Cogê me herdem xerab tên Yê neyar tim mîr û çik şans û bextê xwe me nasî Ku bi setrenc û bi dam Yê neyar tim fîl û ferzîn Yê me şahmat û berik Milletê dinya hemî Bûne xwedî tac û sera Milletê kurd bes tenê Ma bê şahînşah û serik Ma çi gunehê me ye Ey çerxa felek bê ol û dîn Sed hezar carî tifû li te Pîsa bidkar û dêlik Me divê rê de bi derdan Pir fîdakar û şehîd Pir egît û mêr û gernas Bê jimar û lek bi lek Kanî îhsan Nûrî Paşa Kanî kalê şêx Seîd Ka Bedirxanê xwedî Tac û şahê birca belek Kanî şêx Mehmûdê Berzencî û ka Yusif Zîye Kanî ew Qadî Mihemed Bavê kur Elyê kinik Ka Fûad beg, kanî Xalid, Ka Extî kanî Heqî Kanî Seydo, kanî Yado Ka Birahîmê kinik Ka îsa bavê Siwaro Kanî ew şêr û piling Kanî Leyla Qasim Xuşka delal û çav belek Kê wekî me xwîn rijandin Wî di vê dewra Cîhan Ne ji tirk û ne ji ereb Hem ne moxol û ne tacik Tim bila li enya te bî Ev şrm û ev ara giran Her wekî Tîrêj dibêje Dijminê bê pişt û zik.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz