Esrê êvara înê, kincê xwe min lixwekir
Ji bajêr derketim der, qesta gerê min dikir
Hêdî hêdî dimeşyam, kalek rastî min dihat
Lê zû kerê xwe dajot, kalo xwe j`min diparast
Min jêre got:Raweste,rawestî û dinerî
Min rê girt û çûme cem, ku çav bi hêstir û girî
Dema gihîştibûm cem, rojbixêrek min lê da
Min got:Kalo metirse, ma çima rê te berda
Kela girî ket qirikê, nema devê wî gerî
Hêstir li rû bûne rêz, deng ji kalo hat birrî
Hinek li rû dikenyan, dilê wî min xweş dikir
Bêhna wî hate ber wî, pirsiyarek min jê kir
Min got:Kalo ji ku tê, niha û tê herî ku
Got:Kurê min guh medê, dikim herim li min zû
Got:Min barekî êzing, îro anîbû bajêr
Bi vê pişta xwe yî xûz, li vî kerê xwe yê nêr
Min bar dabû bi sê pela, bi dilekî xweş û geş
Da hin xwarin bikirim, ji bo kurê xwe`y nexweş
Mîrecî hate cem min, got:Bide heqê weznê
Ewî pelek ji min stand, ma bû du pel bi tenê
Paşê yekî dî dihat, çente di bin milê wî
Got:Bide min îstîhlak, yek jî ji wan min da wî
Di pey gumrikçî dihat, wî jî pelek ji min xwest
Pelê dawî min dayê, bi diljarî min da dest
Li xanê bû kerê min, ez hatibûm kerê xwe
Xancî jî hate cem min, wî jî dixwest heqê xwe
Kurtanê ker min jê kir, min danî cem wî rehîn
Polî poşman vegeryam, tu va halê min dibîn
Serpêhatya min ev e, tu ka navê xwe bibêj
Min keserek vedida, min got: navê min Tîrêj.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön