Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Ez pîr û kal bûm dewra min nema Ketim ber pêlê derda û xema Werzê mi lê bû tişrîn û kanûn Kulîlkêm weşyan ji şaxê lema Jîna ciwanî pişta xwe da min Lerz û êş û ta ketin laşê min Kabûsê mirnê berê xwe da min Bi kerb û bi kîn nizanim çima Kabûsê mirnê sawêrek bi tirs Rûyekî pir tal bê bersiv û pirs Xwe gal kire min qelafetê girs Ji piyan ketim çara mi nema Ji hêz diketin dest û gavê min Rewrewk digirtin herdû çavê min Xetek sor kişand li ber navê min Porê min bû kak bi tena xwe ma Nîşana mirinê ew bû xeta sor Kort û lod û çal li min dibûn gor Me tiştek nekir ji bo riya dûr Ne bîrewer bûm di çax û dema çax û demê min tev çûne vala Lîsk û laqirdî gera nav mala Li cem metik û xaltîk û xala Reqs û govend û dîlan û sema Ketin ber bayê feleka cado Mi tu ked nekir dema mi da dû Tiştê ku min dîn çûn wek roja do Bûn wek fêlimek ji yê sînema Rojekê ji rojan ev gewd kalax Wê tev birizin wê tev bibn ax Dibe axa min bikin weke axa Ku jê çêbikn lat û senema Yan jê çêbkin kop û peyala Tijî baedken ji rengê ala Têkevî destê şah û qerala Nav dev û lêvên naz û xanima Yan jî biçînin tê çîçek û gul Li ser bixwînin şalûr û bilbil Yan bikin derman ji bo çavê kul Ku bê firotin ew bi derhema Ew axa mayî bighînin laleş Têda biçînin şitla gulek geş Eger wa nekin bextê mi ma reş Te ‘bikro tîrêj te’ba te b’tema. *Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com **www.tirej.info

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz