Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Tu guhdêre li xêza, birader xem cefa ye Bi vê dinya nehêja, ku her dawî fena ye Dinya ji rengê hespa, kesa tu lê siwar e çiqa siwar bimîne, dawî her tu peya ye Felek pir xapînok e, erd kirye bo te meydan Jîna te rengê gog e, li ber hol û kaşiwa ye Felek bi ter neyar e, bizane ey birader Cîhan ji rengê bahr e, pêl ji şev û roja ye Jîna te ya wek kelek, di wê derya bê binî Pêl lê didin û ser şeg, her ji sal û meha ye şev û roj û meh û sal, yek te dispêrî yê dî Geh tu d`kevî dev newal, geh li jorê bala ye Geh teng e geh firahî, geh şah e geh dil bi xem Geh reş e geh ronayî, geh mîr e geh geda ye Ev hemîş e yeka yek, ji jîna te diçin tev Li ber çavên te her wek, sawêra sînema ye Jîna te ya ciwanî, bi koçmal bar dikî Li te dike xuyanî, qelewizê kala ye Ka hiner û hêza te, ka dînaya te y`dirist Ka ew xeml û xêza te, tev çû badî hewa ye Tu ketî warê jana, nexweşî û lerz û ta Navê koka dirana, di devê te`d nema ye Destê te j`tar û tûran, hate birrîn bi carek Mirnê xefkek neh diran, li ber te xweş veda ye Lê nizanî çi gavê, bi te`d biteqî ew xefk Têkevî bend û dahvê, can ji ten bit cuda ye Qenc be digel hemî kes, dilê kesî mehêl e Berî xelk bên filankes, şabû bi rehma xweda ye Ne taybetî ji bo te, vî tiştî ez dibêjim Ji bo min û te û her kes, li pêşya me teva ye Tu van bendan birader, timî bixwîne herdem Ne bê ol im te bawer, Tîrêj ne dil reva ye

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz