Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
nêzîka te yarê bi min wek xewn û xeyale dûrbûn ji te gewrê bi min wek zindan û çale rojê carekê ez bejn û bala te nebînim see`t bi min roje lê belê roj bi mi sale xwezya ku te zanîba bi êş û elemê dil tê behwer biba bê te çiqa jîn bi mi tale wer carek biçin havîngeha gelyê Elî beg wek baxê buhişte tev gul û çîçek û lale kêlîkê di gel hev em li ber maseyê rûnên meya ku li ser tev ji rez û tiryê şemale şerbik tije ava belekê berfê ye cana lê maze ji êmîşê Metîn û çemçemale da caman li hev din ji meya taze binoşin sermiyanê evîndar bi xwe cam û peyale dîwane bibin şoxê xwe windakin ji derdan ev jîna ku ez têde li min tev jan û hale çibkim feleka malikxerab herdem bi kîne togê ez dikim nakim bi mi`r nabî hevale ger ku ez timî wa bim ezê çibkim bi jînê Tîrêjê reben êdî bese ma ev çi hale.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz