Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Ji bircê derketî cana, wekî rojê ji reş der bû Bi wê xemlê bi wê xêzê, bi kincê çox û mexmer bû Bi wê kofya hevirmêşî, wekî tacê li ser ser bû çi bêhnek xweş ji bejnê tê, gulav û misk û ember bû Enî gewher ku sê deq lê, ji rengê neqşeyê Manî Li jêrê wan du birhin reş, ji xêzê xameya Xanî Du çavên reşbelek top in, bi dest pêşmergê Berzanî Bi çavan awirek da min, ku saroxek li min wer bû Ji ber wê awirê îro, seraser tev kul û jan im Li wê çola evînê ez, tenê bê hêvî û han im Li min dinya dibû tarî, kelaxek bê ruh û can im Ji hindamê ketim bê hiş, li ber çavêm reş û zer bû Di wê derya evînê de,ji rengê giştiya ba me Li ber pêla diçim û têm, ku bê salar û osta me Dikim gazî tu kes nîne, di wê behrê de wenda me çi babîsok li min rabû, mij û moran û bager bû çi pir hindik nizanim lê, dema hiş hatî bû ser min Min çavên xwe vekir tenha, min dî yarê li hember min Gelek şa bûm min bawer bû, ku Luqman hatî bû ser min Li ber lingan tewand min ser, ji me`r wek latê Azer bû Bi wî destê xwe yê nazik, piyalek hingiv û sêvan Dida dest min bi guft û ken, şekir xwendî bi wan lêvan Got:Fermo vexwe menoşî qet, nema bû l`min tu êş û jan Ew ava ku ji dest yarê, bi min wek ava kewser bû Got:Ey Tîrêj tu xweş dost î, me bê dilya te êdî bes Di meydana evînê de, wekî te gelkî kêm in kes Tu bê şik torevan î, wek Hejar û Hacî û Bêkes Li ser textê evîndaran, bi tac û al û leşker bû

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz