Yê ku ne jar û xeste bî
Kengî dikî nalîn û ax
Tê dil ne wek perwane bî
Nabî evîndarê çirax
Ger ku te dildarek hebit
Meguher ji bil mîna me bit
Herdem li ser ola xwe bit
Poşman nebî der wext û çax
Tu dîlbera xwe`y nazenîn
Meguher bi sed şêrîn û Zîn
Paşê tu dê bê yar bimîn
Dilgir divê sebr û semax
Yan dil megir, wek me l`xwe mek
Dûr bit ji wan zulfên xelek
çûne divê semtê gelek
Bê çare ew bûne kelax
Nabînî halêm ey pûser
Yaxma kirim biskên di qer
Wek leşkerê xanê Teter
Êrîş kirin sed koh û şax
Yarê bi kevana li min reşand
Sed tîr di cergê min de çand
Birca dilê min hilweşand
Kavil kirin ew hêt û max
Ey nazikê tu b`kêf û ken
Dema ku bimrim bi ta û ben
Tu li min bigir cawê kefen
Bê tirs li ser laşêm tu rax
Gora ji ax kolan bi seng
Bêra li ser şingîn û deng
Di ber gora tarî û teng
Cana bi destên xwe min dax
Mala me ya dawî ev e
Qeda bi vê dinyê keve
Sal û meh û roj û şev e
Têda tu kes namîne sax
Tîrêj ji bo ehlê dila
Dil kirye ber êş û bela
Bû mesken û warê kula
Derd û xema têk dane şax.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön