Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Ey Helebça birîndar Horoşîma kurdistan Ji bo keç û kurên xwe tu îro bû goristan şehrê bi nav û çeleng tu bû hêtûnek agir Qîz û xortên te jêre bûne êzing hûr û gir Bi wan bumbên kîmawî yên rijêma bê xelat Pênc hezar hatin kuştin lê şeş hezar perşewat Kê wek te kir ey Sedam çiqa bê bext û olî Ne Nîronê li Roma ne Holakê Mexolî Cenga sala hezar û nehsed û hem sih û neh Hitler daxiste cîhan wek te nekir ev guneh Koma gelê cîhanê çima dengê we nayê Ma hûn kurda nabînin di vê wert û belayê Erd û ezman seraser li wan bû agir û pêt Fîxan û qîr û hawar dê weledê xwe avêt Li ber çavên we îro bi agir têne sotin Bûne qirik pîr û kal keç û qîz û mêr û jin Ka dadgeha cîhanê kanî mafê mirova Kurd bûn berxêd ber kêrê di koza û di gova Sedam bi vî derdê xwe tu dê bimrî nexasim Jina kurd wa bibêjî berê salkê nelazim Xewna bi şev te dîtî tê bi çavan bibînî Miletê kurd heqê xwe wê zû ji te bistînî Tu wek masyê b`kefteleft ku têkeve çiravê çiqa tu l` ber xwe bidî her tê bimrî di navê Xelas nabe j` dest milet ger tu bighê Merîxê Wê rojek bê te bavên devê çerxa tarîxê Qir nabe kurd tucarî bi kuştin û bi talan Doza xwe pêk neyînî şûrê xwe nake kalan Ji can û dil tim eve bîr û baweriya me Ku em jînê dixwazin xwîne şop û riya me Dara jînê tucarî nabişkive bi ava Lê ber digrî bi xwîna dil û cerg û hinava Hezar rehmet li we be pakrewanên helebça Li zarokên bê guneh li kal û pîr û keça Wekî Tîrêj dibêje: Hûn bûn goriya welat Ew xwîna pak û paqij we da mizgîn û xelat.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz